Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [06.09.2014 sûrprîza mezin ya tirşikê] de;

18. weke li jor jî hatiye gotin, hê kêmasiyên wê gelek in. jixwe niha tenê ji bo ceribandinê ye. qet nebe êdî bikarhênerên mobîlê jî dikarin têkevin tirşikê û peyaman binivîsin. heta niha min hewl da ku sîstemek ku dimeşe, derxim holê. ev yek aniha pêk jî hat. piştî ku me hinek kêmasiyên din yên bingehîn jî çareser kirin, em ê wê çaxê ji bo xuyanî û dîzayna wê jî bixebitin. him ji ber ku wextê min zêde tune, him jî ji ber ku divê ez hinek din din bixwînim û lê bikolim derbarê malpersaziyê de, hê ji bo derbasbûna vê sîstema nû, zû ye.
jixwe piştî ku kêmasiya îstatîstîkan û versiyona mobîl bi vê xebatê hat çareserkirin, êdî pêdiviyek lezgîn jî nema. ez bixwe, jixwe gelek kêmasî û çewtiyên vê pergala nû dizanim, lê dîsa jî nêrîn û ragihandinên tirşikvanan pêwist in, ji ber ku em nikarin bi her tiştî bihesin.



07.09.2014 10:42 | simurg56

8. kampanyaya ku wexta eşkerekirina wê hatiye; http://www.wergerine.com/t/index.php



hevalên hêja me ji bo tirşikê dest bi çêkirina sîstemek nû kir. taybetiya herî mezin ya vê sîstemê ew e ku %100 aîdê me ye û ji aliyê me ve hatiye kodkirin. loma em ê êdî ne girêdayî tu kesî bin. sîstema ku heta niha me bi kar dianiya, ji aliyê koderek tirk ve hatibû çêkirin û ku em rû bi rû nas nakin. loma him ji aliyê ewlekariyê ve problem hebû him jî em mehkûmê xelkê bûn. bi hewldanek mezin, me niha prototîpa sîstemek nû çêkir. di vê sîstema nû de gelek kêmasî hene û belkî tu caran wê weke sîstema berê ne xweşik be jî. lê dîsa jî bi ya min birçîbûna li welatê mirov ji têrbûna li welatê xerîb birûmettir e.

em niha sîstema nû, ji bo ceribandina tirşikvanan diweşînin. em ê komple derbasî sîstema nxw nebin. sîstema heyî jî, dixebite û ya sereke dîsa ew e. lê ger tirşikvanên hêja sîstema nû biceribînin û kêmasî û fikrên xwe ragihînin, belkî em zûtir bigihin serkeftinê.







tiştên ku di sîstema nû de hene lê di sîstema kevin de tune bûn



- mobîl: sîstema û di telefonên biaqil de bêproblem dixebite.

- bişkojka 24saetên dawîn: êdî ne tenê peyamên îro tên lîstekirin. hemû peyaên di 24 saetên dawîn de, tên lîstekirin. bi vî awayî êdî tirşik vala namîne.

- bişkojka rojev: li vir, mijarên ku di 24 saetên dawîn de herî zêde peyam ji bo wan hatine nivîsandin, tên lîstekirin.

- rûpela îstatîstîkan: sîstema berê de ev rûpel ji sîstemê cûsa bû, lê niha di nava sîstemê bixwe de ye.

- bişkojka oxweş: dema mirov li vê bişkojkê bitikîne, peyamek çawalêhato tê nîşandan ku ji aliyê herî kêm tirşikvanek ve hatiye çeppikkirin.

- lêgerîn: sîstema nû de lêgerîn berfirehtir e. dema mirov peyvek binivîse û pêl li "bigere" bike, hemû mijarên ku vê peyvê dihewînin, tên lîstekirin. ne tenê beşek ji wan.



-----------------------------------------------------------------



tiştên ku di sîstema kevin de hebûn lê ya nû de "hê" tune ne: (ev taybetî jî wê yek bi yek werin temamkirin

)

- lînkên youtube û yên din.

- beşa rêveberiyê.

- rûpela profîlê heye lê gelek kêm e. (avatar vs tune)

- sîstema peyamên taybet.

- di nav mijarê de lêgerînê kirin.

- endambûn.

- di lêgerînê de texmînên otomatîk



------------------------------------------------------------------



hinek taybetiyên ku di sîstema kevin de jî tune bûn lê wê pêşerojê de di sîstema nû de hebin îşelleh;

- sîstema şopandina nivîskaran an jî mijaran.

- beşa "kul û derd"

- sîstema qenalên/kategoriyên mijaran

- entegrasyona ferhengên turkcekurtcesozluk.comê.



06.09.2014 22:20 | simurg56

1. ew sûrprîz e ku wê îşev were îlankirin *



06.09.2014 14:13 | simurg56