1. kurteya nt file system e. pergala pelan ya herî popûler e.
lê di linuxê de zêdetir ext tê bikaranîn.
di vê pergalê de pelek tenê herî zêde dikare 2 TB be (fi fat32ê de 4 gb); dîsk herî zêde dikare 256 tb be (di fat32ê de 8 tb)
ev 2-3 roj bûn ku min hewl dida ku bi usb'yekê komputera xwe ya nû -ku ultrabook e û loma tê de cd fîlan tune-. min çend caran iso'ya windowss, ubuntu û kubuntuyê daxist û bi windows usb tool, unetbootin û yumi ceriband lê min kir nekir komputerê vê usbyê nas nekir û derbasî pêvajoya formatkirinê nebû.
paşê min tê derxist ku sedema wê pergala pelan ya usb'yê bû. usb'ya min ntfs bû. paşê min pergala wê kir fat32 û wisa ceriband; û erê! dawiyê de çêbû.
komputera min ya kevin ku 7 salî fîlan bû, usbyê nas dikir lê vê komputera nû nas nedikir.
welleh min tu tişta jê fêhm nekir, xwedêgiravî ntfs ji fat32yê nûtir bû...
|