Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [salmon] de;

1. cûreyeke masiyan e. ji malbata masiyên salmonidae'ê ye. tirkî jê re dibêjin somon.

di avên şêrîn de tên dinyayê û paşê vedigerin avên şûr. paşê dîsa ji bo zêdebûnê, vedigerin avên şêrîn.

pozên wan bîhnê ewqas baş distîne ku wextê vegera avên şêrîn, ji aliyeke okyanûsê derbasî aliyê din dibin û cihê ku lê hatine dinyayê, dibînin.

giraniya wan, ji 6-7 kg'yan heta 60 kîloyan diguhere.



îro cara ewil min ji sûkê stand û di miqilkê de sor kir. tama wê ne xerab bû. nikarim bêjim ji hemû masiyên ku min xwarine, xweştir bû. lê ne xerab bû. bi taybetî, ji ber ku tê de hestî hindik in û yên heyî jî bi hêsanî jê derdikevin, xwarina wê gelek rihet e.



min bixwe, pêşîn di nava ronê zeytûn, sîr û hinek biharatan de bi qasê saetekê marîne kir û paşê sor kir. ez bawer im wisa xweştir çêbû, lê ji ber ku min xwerû nexwariye ne mîsoger e.



01.06.2014 21:49 | simurg56