6. mijara ku ger weke "romanxwendin û fîlm temaşe kirin" hatibûya vekirin wê baştir bihata fêhmkirin. ji ber ku rast e beşeke mezintir ya pirtûkan ji bo hînkirinê ye. lê ya ku di vê mijarê de behsa wê tê kirin an jî tê xwestin ku bê kirin, pirtûkên wêjeyî ne tabî. |
|
26.08.2014 20:56 |
simurg56
|
3. weke li jor ji aliyê mazlumozdogan ve jî hatiye ravekirin, li gorî fîlm û pirtûkê gelek diguhere lê em dikarin bibêjin ku bi giştî pirtûkxwendin çêtir e. ji ber ku xwendina pirtûkê karek aktîf e, mirov her rêzik û peyvê tîp bi tîp dixwîne û li ser difikire. ger bixwaze dikare navberek bide û bifikire û dîsa dewam bike. carina çend rojan û heftiyan mirov heman pirtûkê dixwîne, bi vî awayî ev pirtûk dibe parçeyek jiyana mirov. |
|
09.05.2014 21:08 |
simurg56
|