26. Mala xwudê û ya tirşikê ava. pirtûk ango xelata min ya bi navê " ferhenga termên fenî" bîstek berê, bi riya kargoya ptt gihaşte destê min. Hingî dem bihurîbû ji xwe xelat ji bîra min çûbû. Ji ber ku ez ne li dikanê bûm pismamê min ji dêlava min rahiştibû pirtûkê. Gava ez hatim go kargoyek li ser navê te hatiye. Min go hellaa min tiştek nexwestiye, ev çiye gelo? Me vekir û dît ku xelata tirşikê ye. Lê min tê de tû nîşe û nivîsek nedît. Min dixwest bi destnivîsa kekê simûrg nivîsek li ser navê tirşikê bihata nivîsandin lê tune bû. Niza xelata min tenê hat an ya hemû nivîskara hatiye şandin? |
|
24.03.2021 11:03 |
tîrêj zana 21
|
21. Xelatên bivebûna dergehê rehm û îhsana patron, bi camêrî tên belakirin. Ji xwe dema min îşev simurg di tirşikê de serhêl dî min zanibû fiêlekê dike, lê min nizanibû bê ka çi dike. Îsal jî edeta tirşikê hatiye cih û berendamên xelatan destnîşan bûne. Kesên xelatan bidest nexistine, îsal bila bêhtir bixebitin û yên xelat dê werbigrin jî bila qet nekevin rehetî û devjêberdanê. |
|
27.02.2021 23:39 |
tîrêj zana 21
|
15. (bnr: em li bende ne) |
|
01.01.2021 23:04 |
tîrêj zana 21
|
12. rewşa dawî ya nivîskara bi vî rengî ye: |
|
15.12.2020 11:25 ~22:39 |
tîrêj zana 21
|
10. Xelata ku niza bi saya wê ye an sedemek din heye ku bereket ketiye tirşikê û peyam li ser peyama tê nivîsandin. Maşele bê nezer be. |
|
12.12.2020 22:25 |
tîrêj zana 21
|
6. Xelatên ku wekî edetekî li tirşikê tên belakirin. Lê îsal hêj tirşik company deng ji xwe dernexistiye* hinek dewlemendên tirşikê hin diyariya amade kirine û sergîn û tertê rîxê belav dikin. Spasiya wan camêrên dewlemend dikim û hêvî dikim di demekî nêz de bi kargoyê sergînê me bişînin, qe ne di vê zivistana sar û seqem de em xwe hinekî li ber germ bikin. |
|
10.12.2020 20:29 ~20:30 |
tîrêj zana 21
|