Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
keyomerd - tirşik
keyomerd
(38) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. Nivîskarekî nû ye bixêr hatiye. Li van rojan çalak e û dinivîse. Ji Mêrdînê ye. Xwedîyê nivîsek e baş e.
Her û her li vir be û şîroveyên xwe her tim li ser vê malperê binivîse. *



29.07.2020 12:22 | yûsiv

2. Bi xêr hatiye. Pênûsa wî baş e. Xweş dinivîse. Hêvî berdewam be.



02.08.2020 01:03 | tîrêj zana 21

3. Carekî min ser vê mijarê xeletî nivîsîbû. Çîrokek piçûk e. Vê çaxê ciwanek mêrdînî (18 salî) li ser ekşiyê peyam şandibû. Ne Şaş bim gotibû ez li îzmîrê mezin bûme piştre em vegeriyane mêrdîne Kurdî baş nizanim Lê dixwazim hîn bibim û hewl jî didim. Piştî çend peyaman min jê re behsa tirşikê kir. Haya wî li tirşikê hebû heta di deşta tirşikê de bûbû çomezek. Navê nicka xwe bo min eşkere jî kir. Rojek ser derbas bû min dît li ser tirşikê dinivîse ji bo xêrhatinê min bin nicka wî nivîsî. Piştre haya min jê çêbû ku ev nick ne yê ev hevalek e. Min jî peyamê jê bir. Rojek keyomerdê hêja pirsî digot te çima payama xwe jê bir te ji ku dizanî ez temenpiçûk im, ciwan im filan û bêvan? Min hal û mesel jê re îzah kir. Tesaduf ev e ku keyomerd jî ji mêrdînê ye û heman temenê de ne. Heta ev hevalê ku li ser ekşiyê peyam şandibû bi keyomerd re heman dibistanê de jî xwendî ye belkî di heman polê de jî bin, nizanim êdî. Tesadufên me naqedin zêde dirêj nekim. Ciwanek xwînşêrîn e. Jîr û jêhatî ye. Hêviya pêşerojê ye.



24.01.2021 02:59 | kajav

4. Yek ji nivîskarên hêja yên tirşikê ye. Nivîsên qenc dinivîse. Hindik lê têr dinivîse. Şêwaza ku bi kar tîne jî gelek hêja û herikbar e.

Nêzîkî sê meh e ku em bi hevre diaxivin. Zû bi zû sempatîya min bi mirovan re çênabe lê ji bo birayê keyomerd wisa nebû. Xwîna min jê re kelîya.

Bi rastî em dişibin hev, wekî nêrîn, fikr û hobiyan. Ew jî wekî min dixebite ezmûna yks2021ê. Bi hêviya xebatên me hêvî dikim em bigihîjin armancê xwe. Ne hewceyî xwedê alîkariya te bike. Tu bixwe dikarî ser bikevî. Bi hêviya Roj û pêşerojên xweş...



16.02.2021 16:35 | yûsiv

5. tirşikvanekî dinêeyan e. Diyar e, esl û fesla pergala zimanan rind fahm kiriye, ev feraseta wî jî Di peyama “fal vekirin/131713” de baş tê dîtin. Ango her tiştî bi mantiqa zimanên serdest ve nazeliqîne.



09.03.2021 21:59 | ezcan

6. Gramervan û zimanzanê tirşikê ye, ciwanekî delal û qeşeng ê bi min prototîpeke îdeal a ciwanên kurd e. Peyamên têr û tijî û bi zanyarî dinivîse, û bi hewes û daxwaz û xêreta xwe ve min dihesûdîne.

Bila her hebe.



05.05.2021 22:06 | xelîl

7. nivîskarê tirşikê yê ku dema nivîsê gramera kurdî li tirşikê dinivîse, bi hemû hêz, bal û xwesteka xwe ve dinivîse. dema wan nivîsên wî dixwînim, heç wekî ji pênûsa gire girek rêzimana kurdî derketiye hest dikim. yanê ewqas xweş, ciddî û herikbar e ku di eynê deqê de fikra mirov diguhere. meraq dikim gelo bo rêziman perwerdeyek pisporî stendiye an ev hemû berhemên xebata takekesî ne?

ji roja ku hatiye li tirşikê tomar bûye, hêviyên me vala dernexistiye û bûye layiqî pesindayîna. bi istîqrarek berdewamî dinivîse. hêviya min jê tim li van der û dora be û me ji wan nivîse xwe mehrûm nehêle. destê wî sax...



05.05.2021 22:24 | tîrêj zana 21

8. tirşikvanê ku bûme êsîrê playlîsta wî ya di radyoya tirşikê de. stranên xweş yên estrûmantal lê bar kiriye. di ber xebatê re, guhdarkirina li wan pir xweş e. di rêwîtîya erebeyê de jî (tabî ku xewa we tune be).
mirov dikare ji vê lînkê, guhdar bike stranên camêr: Here lînkê
û bi saya straneke wî, haya min ji enstrûmana theremin(teremîn) çêbû. baş jî çêbû.



25.05.2021 22:28 | simurg56

9. Nivîskarek zana, şeraze û kedkar e. Îsal xwe li ezmûnên zaningehê de biceribîne. Xwedê pê re be û biki ko bigihê miradên xwe. Li vî temenê xwe yî ciwan de xwe danîyê li ber barekî gelekî giran, nav ewqas nebaşî û nexweşîyê de hemberî bişaftinê radibe. Xwedê bike ku kêfa wî lê neşike û tim wilo domdâr be. Kêfa min zaf jê re tê, Xwedê wî bihêle.
Min heta niha gelek sûd ji peyamên wî vergirtîye, hêvî dikim rojekê bibe zimannasek mezin ba xwe şagirta bihêvoje da ku tiştên ko li ser xwe zêde kirîye bi wî re nekevin bin erdê.



25.05.2021 23:37 | pîroz

10. Yekemîn împaratorê Îranê bû. Mirovekî dadperwer, jîrmend û pehlewan bû. Cihê wî li nav çiya bû. Çermê pilingê weke cil bikar aniye û bi saya wî xelk jî hîn bûne cilan li xwe bikin. Herwiha kurekî wî hebû, navê kurê wî siyamek bû.

Çavkanî: pdf'a pirtûka Rustemê Zalê, r. 15

Edît: şaşiya nivîsê



12.07.2021 15:21 ~15:35 | xabûrî

11. :(نڤیسکارێ کو پەیامێ تایبەت مێزە ناکە



13.07.2021 12:20 | navîgiranmezelîwêran

12. êdî di tirşikê de edîtor e. ser xêrê be.



29.10.2021 23:07 | simurg56

13. zilam e, mêrxas e, zana ye. yek ji dîyarîya tirşikê ye ji bo min. bi rastî rastkeriya wî ez gelek kêfxweş kirim. jixwe rastkerek wiha ji tirşikê re pêwîst bû.



30.10.2021 17:33 | yûsiv

14. Nivîskar û rastkerê (edîtor) tirşikê yê ku divê mirov wî teqdîr bike. Ji roja ku erka rastkeriyê jê re hatiye dayîn, rêjeya rastkirina mijarên şaş bi qasî ku li ber çava bikeve zêde bûye. Heqê erka xwe dide û di zûtirîn dem de sererastkirinan dike. Du cara mijarên min yê şaş hatibûn nivîsîn jî sererast kir. Spas ji bo cenabê wî.


Lêzêdekirin:

Bawerim mijara tirşik forum li tirşik forûm guhertiye. Ev jî bûye sedema bi sedan bnryên ku hatine dayîn li valahiyê bimîne.



15.11.2021 01:03 ~01:10 | tîrêj zana 21

15. bi pîranî sernivîsên min serrast dike lê ez jî teqdîr dikim*



15.11.2021 01:08 | heval.js

16. Serrastkerek (editor) şoreşger yê tirşikê ye. Di mijarên bingehîn yê tirşikê de guhertinên şoreşgerî pêk tîne. Hewl dide mijaran sedî sed bike kurdî û ji hemû çewtî û şaşitiyên rêzimanî û mentiqî rizgar bike.

Tirşik forum >> (bnr: tirşik forûm)

Tirşik translate >> (bnr: tirşik werger)


Gelek mijarên ku qaîdeya tewangê îhlal kirine jî bi awayek pergalî guherandiye. Her cara ku têketinê li tirşikê dike, destê xwe li çend mijaran digerîne.


Herweha wekî ku diyar kiriye, nivîskarek ji qoserê ye. Loma jî di hal û wextê asayî de bi kurmanciya standart lê tevî peyvên herêma mêrdîn dinivîsî. Lê her ku xebat û lêkolînên wî li ser kurmancî û kurmanciya jêr zêde dibin, meyla wî bi ser devoka bahdînan ve dere. Ev yek xwe di nivîsan de û bi nivîsandina bi tîpên soranî dide der. Min hêvî jê heye xwedî li devoka mêrdîn ya şêrîn û nazenîn derkeve û pê binivîse. Ji bo vê devokê jî pirtûkên rênas jiyan pêşniyarî wî dikim.



31.12.2021 00:28 | tîrêj zana 21

17. Maşala yek ji xortên zêrîn ên kurdan e, ku gava mirov pê dihesibe baweriya mirovî bi xwe tê. Dilê xwe de min got min baş kir heya niha min nivîsand. Ez di rêya rast de me. va ye kesên nû û pir xweşik dinivîsin tên. Xwedê wî û xortên mîna wî bisitirîne! Kurmanciya wî a gewr û nivîsên wî ên ji aliyê qaîdeyan ve birêkûpêk ji her derê ve xuya ye. Hema li peyama wî ya dawî binêrin: mala pisîkan/139874



14.06.2022 14:19 ~21:09 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» keyomerd

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî