Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


(bnr: fişalkirîbûna hejmara peyvan ya wîkîferhengê) ev mijar hingî tevlîhev e, edîtorê me hêja keyomerd jî nekariye destê xwe lê bide* helal be @js tu biser ketî*



| 2022.04.11 12:13 | tîrêj zana 21

serrastkerê me hêja @keyomerd dîsa destê xwe li mijara digerîne. spas



| 2022.03.19 13:57 | tîrêj zana 21

Her şevek sibehek jê re heye...



| 2022.03.13 04:36 | tîrêj zana 21

Aştere çeppik



| 2022.03.05 23:24 | tîrêj zana 21

@Cinorek bo çepikek bide min li gor gmt+2 demjimêr di 03.00an de li gor demjimêra herêma wî 09.00an de têketinê li tişikê kir. Helal be*



| 2022.03.03 03:31 | tîrêj zana 21

Daxwazên we ji radyoya tirşikê heye? Strana daxwazkirî?*



| 2022.02.18 23:47 | tîrêj zana 21

@js ku sepaneke tirşikê çê bike, emê wî bikin moderator*



| 2022.02.17 20:57 | tîrêj zana 21

Nizam kêfa min pir jê nayê. Ji dêlava wê dikevim tirşikê*



| 2022.02.16 13:48 | tîrêj zana 21

Na heyran ez bi tu lîstikê nalîzim



| 2022.02.16 13:26 | tîrêj zana 21

Xwudê mihebeta we zêde bike*



| 2022.02.16 02:03 | tîrêj zana 21

tu ketiye ber xezeba yekî* niza îca kî ye?



| 2022.02.13 18:56 | tîrêj zana 21

#kampanyaya şûndevegerandina nivîskarên tirşikê yên kevn.. . .. kampanyayên min jî bûn wek yên rêxistinê ku her sal bi navên cûda û bi îddîa tên afirandin û bê kes nizane aqûbeta wan çawa dibe. Nizanim vêya kampanyaya çenda ye ku didim dest pê kirin û herhal wê aqûbeta vêya jî ji yên din ne cûdatir be. Carnan hin tişt ne di destê mirovan de ye. Ew tiştê ku mirov dixwaze zêdeyî qeweta mirov e. An dema ku mirov dixwaze ew tişt pêk were derdor û nêveng ne musayît e. Lê dîsa jî ezê erka xwe bînim cih û banga xwe bidomînim. Wek hatiye gotin ku yê bixwaze ruyek wî, yê ne de herdu ruyê wî reş e.



| 2022.01.27 17:52 | tîrêj zana 21

Kekê şikestî tobe heyran, min tiştek nego* me go çima navê mijarê guheriye, îca tew mijar tev çû...



| 2022.01.27 12:33 | tîrêj zana 21

Hevalê moderator an sererastkerê ku vê mijarê qebûl nakî tu dê çi gûyî bixwî guherandiye, min bi zanebûn mijarê çawa min bihîste weha vekir. Ew gotin li mêrdîn tê gotin ne li bahdînanê. Madem hat standartkirin çima qebûl li pejirandin nehat guhertin? Spas



| 2022.01.27 12:05 | tîrêj zana 21

@biruya hayao miyazaki: maşele ev çi wejen û vize bi te ra ye. Rojê pirtûkek serkeftinek mezin e. Lê serkeftinek jê mezintir heye, rojê du pirtûk*



| 2022.01.26 14:14 | tîrêj zana 21

@cinorek: kekê wê demê simurg bo çi peyam şandibû? Kes li peyama wî vegeriya? Ev buyer kengî çê bû? Spas



| 2022.01.26 14:12 | tîrêj zana 21

li cem tirşikê e-mailên nivîskaran tomarkirî ne. gelo moderatorek nikare peyamek vexwendinê weke peyamek komkî ji hemû nivîskaran re bişîne?



| 2022.01.26 00:00 | tîrêj zana 21



Ji van kîjan kul û derdan şûna scoutinga îngîlîsî an izcilika tirkî digre?



| 2022.01.13 23:36 | tîrêj zana 21

@lewendî, (bnr: hişê çêkirî)



| 2022.01.08 12:15 | tîrêj zana 21

@îzetîn paşe, başe wa nivîsên min tên xwendin. Min digo qey li fezayê wenda dibin. Ji te re xwendinbaş* @keyomerd, di peyva "dixwim" de jî heman tişt dibe. Ez niha nikarim dengê xwe tomar bikim û bişînim*
@cinorek, îsal destê rêveberiyê teng e. Zextê nede ser wan. Emê xwe kerr bikin heçku me ji bîra kiribe*



| 2022.01.07 11:40 | tîrêj zana 21

Yê ku niha nivîsên min bişopîne wê bibêje, " maşele nivîskarê me ji her gûyî fêm dike. Li ser erdnigariyê, psîkolojiyê, siyasetê, malpersaziyê, analîza civakî û hwd. Dinivîse" lê mixabin ne ku jê fêm dikim. Ji bela ku kes nanivîse ji neçarî ez xwe lê qerase dikim. Xwezî yên ku jê fêm dikin binivîsandana ku me jî bi kêfxweşî bixwenda.



| 2022.01.07 03:28 | tîrêj zana 21

@dewbir, taktîkek baş ji bo guhertina mijara deşta tirşikê afirand*



| 2022.01.05 03:10 | tîrêj zana 21

@lewendî, navê komê nayê fêmkirin, wê çawa gotinên denbêja fêm bibin?*



| 2022.01.03 14:38 | tîrêj zana 21

@heval.js, ka destek biavêje vê xopanê*



| 2022.01.01 02:53 | tîrêj zana 21

@pîroz, ma qey xatirê min jî li cem te tuneye ku ez jî henekan li te bikim*?(bnr: paradoks)



| 2022.01.01 02:24 | tîrêj zana 21

@pîroz, min çi qurretî kiriye*? Xwudê merev bistirêne.



| 2022.01.01 01:31 | tîrêj zana 21

Li hember şoreşa kurdîkirin û rastkirina tirşikê nebin asteng! Ji bela ku peyama we ya çewt an ne kurdî hatiye guhertin dilê xwe negrin! Bi dehan mijarên min hatine serrastkirin lê ez pê kêfxweş im. Ji rêya xwe venegere @keyomerd.



| 2021.12.31 10:39 | tîrêj zana 21

Li tirşikê her kes ji aramî û bêdengiya li ser tirşikê acis e. Lê belê ev tenê di acisiyê de dimîne. Heya niha ji hezarî bêhtir nivîskar xwe li tirşikê tomar kiriye. Hin ji wan hesabên xwe ji bîr kirine, hin ji wan tirşikê ji bîra kirine, hin ji wan xeyidîne û çûne, hin ji wan jk kurdbûnê îstîfa kirine, hin ji wan fikrên wan guherîne, hin ji wan êdî tirşik bala wan nakişîne, hin ji wan ji tirsa rexneyên nivîskaran reviyane, hin ji wan jî xwe spartine vê stargeha kiswet û li pey wan rêyanin ku gavek din, pêlek din û bostek din jî vê tirşika netewî û dîrokî bipêş de bibin. Wate û xulase û axirkelam bi gilî û gazincan tiştek derbas nabe, bi cehd, xebat û şuxlê pêşketin û serkevtin çê dibe. Herçî ê ku xwe li vê malperê tomar kirî, rojê peyamek, mijarek binivîsanda wê tu carî vanda xalî, beyar û bêwar nemaya. Ji her kesî re xebatxweş.



| 2021.12.26 04:34 | tîrêj zana 21

Yûsiv û elezîz îzetin paşe vegeriyan. Spas ji bo nivîsa yûsivo. Crîstmastê lewendî û ya gelê qoserê jî pîroz be* niza wê îsal jî li qoserê weke hersal bi coş were pîrozkirin*



| 2021.12.24 20:50 | tîrêj zana 21

Min nivîsî lê îca baş nebaş hûn zanin* (bnr: heval.js)



| 2021.12.20 04:04 | tîrêj zana 21

@cinorek,

Here lînkê



| 2021.12.12 23:40 | tîrêj zana 21

Te hilbijartina herî baş kir*



| 2021.12.06 00:02 | tîrêj zana 21

@keyomerd, mesela zanîna tangê hêsan e. Ji xwe derbarê tîpên tangan de xwedî hinek agahî me. Tang bi tîpa t-52 û rûsî an sovyetî ye. Leşkerên li ser barîz diyar e pêşmerge ne. Dema min hejmara tangê ya bi erebî li ser googlê da lêgerîn, min dît ku di serhildana 91an de hatiye emilandin:d



| 2021.12.05 23:30 | tîrêj zana 21

@keyomerd, te vatara xwe ji tanga pêşmerga ya serhildana 91an guhert ber bi jina şervan ya ypj. Niha jî te kiriye mêrek dermanker. Cara din eleqeyek hebû. Lê anha bo çi te ev avatar bijart?



| 2021.12.05 22:57 | tîrêj zana 21

Gelî nivîskarên tirşikê! Em di şeva sersalê de danasîneke tirşikê li ser twitterê bikin çawa ye?



| 2021.12.02 02:28 | tîrêj zana 21

@navgran, di avatara tede çi dinivîse? Taliya wê " na bo dagirkerî" ye lê serê wê min nexwand.



| 2021.11.29 19:24 | tîrêj zana 21

Bnr: caps û karîkaturên heval.js yên nayên fêmkirin*



| 2021.11.21 01:08 | tîrêj zana 21

243 mêvan



| 2021.11.05 00:37 | tîrêj zana 21

185 mêvan



| 2021.11.04 12:57 | tîrêj zana 21

Heqet çi bi serê shorbevan de hatiye? Ji zûdeye li vêderê nanivîse. #Bilashorbevanvegeretirşikê!



| 2021.09.03 18:07 | tîrêj zana 21

Yan ji hêştirmeyan cûda ne?



| 2021.06.18 22:59 | tîrêj zana 21

Kuro ev navê "hêştirmeyan" çima bû emu??



| 2021.06.18 22:56 | tîrêj zana 21

Îro ne bi rojî me. Çi tişteke xweş, birçî bûm nan dixwim, tî bûm avê, çay, qola vedixwim. Ez ji rojitiyê xelas bûm. Her sal belheq mehek min vala diçe. Ji birçîna nikarim tu tiştî bikim. Ji xwe bedena min lawaz e, bi vê rojiyê yekcar hestû dimînim. Ma ev ereb qey îbadetek xweş nikaribûn bidîtana!? 17 demjimara birçîhiştin çiye he bêbavno!? Hadê we xwe kir biqurbana min we ev îşkence kir îbadet, vêca çima mehek? Bi rojekê tenê nedibû? Dema mirov dibêje ev dîn çiye, dibêjin bo rehetî û xelasiyê ye. Bişeref çena rehetiyê tê de tune te ye ha! Û bi van êşkenceya jî nikare mirov xelas bike. Ev bavê minî rik û cihêl tu dibê qey em erebin yaw, rojê 5 wext nimêj dike ( 5 wext çiye yaw, di zemanekî weke niha de 5 wext mimkune mirov bike? Ji kesên betal pê ve tu kes nikare), quranê bixwîne, rojî bigre, bi erebî diayan bixwîne, li tvyê mekke-medîne darî bike, here were destmêj bigre ehhhhhew! De bese ha! Van Edetên ehmeqane yê ereba, ereb bi xwe bi qasî me nakin law! Ha başe mala wan ava gotine emê mehekî rojî bigrin û roja piştî wê jî bikin eyd. Ka rojî bo em ji halê feqîran fêm bikin bû? Di namûsa min de, feqîr, sûriyelî, qereçî, sêwî tev fitar bûn û li nava kuçan dixwarin vedixwarin. Min nedît dewlemendek tenê jî bi rojî be. Tev di qehwe û qumarxane û di malên xwe de fitar bûn. Vaye îro rojî qediya û ji enayiyên weke me pê ve kesek jî xwe ewqas birçî nehişt. Îroj zikê min wa dîsa têr e û feqîr meqîr, birçî nayên bîra min. Ji halên wan jî fêm nakim. Vêca ev êşkence û qûnqetandin ji çire bû îja?......



| 2021.05.13 08:14 | tîrêj zana 21

Min nizanibû miletê me ewqas ji filîstîniyan hez dikin bavo:o min rewşên whatsaapê çava vekir, hama bi dehan kes êrîşên îsraîl şermezar û lenet kirine. Ji xwe nimara wan jî bi netenyahû re heye û dê van gotinên wan serokê îsraîl bibîne. Helbet ji bo min neavêtinê ne ûsa?



| 2021.05.12 00:45 | tîrêj zana 21

Merwano çîrok û pêkenokên derheqê meha remezanê de/2793 bi min pir xweş e*



| 2021.05.10 03:50 | tîrêj zana 21

Gelî nivîskarên tirşikê! Werin em rojê mijarekî diyar bikin û bila herkes lêkolîn û lêgerîna xwe bike, li ser bifikire, fikrên xwe not bigre. Paşê êvarî em li ser wê mijarê binivîsin. He we go çê?



| 2021.05.07 22:39 | tîrêj zana 21

Dîsa dema tirşikê û 30 peyama hat:(



| 2021.05.06 22:49 | tîrêj zana 21

Civînxwaz ka li ku ne? De werin twitterê û bixavin. Em li benda we ne.



| 2021.05.02 21:24 | tîrêj zana 21

Merwano li ku ye?*



| 2021.05.01 22:02 | tîrêj zana 21

Emê bifitirin û xwe bere nava kuçê twitterê bidin. De haydê amade bin tirşikvanno! Pêçiya we li kevira nekeve*



| 2021.05.01 19:14 | tîrêj zana 21

Gelo mifta moderatoriyê ji mervano re hatiye dayîn?*



| 2021.05.01 16:33 | tîrêj zana 21

Min berê jî gotibû û neha jî dibêjim, tirşik bi vî awayî naxebite. Heya kesek pêşengtî ji tiştekî re neke, dîrokek teqez daneyine, oranîzetoriyê neke û têkiliya tirşikvanan bi hev re çê neke, tu tiştek safî nabe. Qewet be ji we re.



| 2021.04.30 22:56 | tîrêj zana 21

3. Edîtorên tirşikê, 4.xalîbûna tirşikê, 5. Neçalakbûna tirşikê, 5.... ?



| 2021.04.29 15:25 | tîrêj zana 21

Kesekî ku xwe bigihîne gumgumok tune ye? Ji çalakiyê re hindik ma û admînê me ne li holê ye...



| 2021.04.29 14:38 | tîrêj zana 21

#bila hilbijartina moderatoriyê çê bibe.
#li hember dîktatoriyê serî hilde
#moderatorên kevn li ku ne?



| 2021.04.29 00:57 | tîrêj zana 21

Ger hûnê civînekî bikin, bila 1ê mehê berî demjimar 20.00an be. Qe ne bila xêra wê bigihêje 1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê



| 2021.04.29 00:53 | tîrêj zana 21

Beşa kul û derda pir tije bûye. Ka destek biavêjin.



| 2021.04.27 00:37 | tîrêj zana 21

Peyvên nû li Kurdî wergerînin an darişînin. Gotarên teknîkî li Kurdî wergerînin. Herkes rojê gotarekî wergerîne dê tirşik ji wîkîpediya kurdî 10 qat bêhtir mezin bibe. Hevokên dirêj saz bikin û guh nedin nefêmkirina wan. Bi demê re wê ew hevok cih bigrin. Ewqas şîret bes*



| 2021.04.27 00:32 | tîrêj zana 21

Par brusk56ek hebû. Niza îsal li kuye?*



| 2021.04.26 00:53 | tîrêj zana 21

Îşev nobedarê reşikvana kîye?*



| 2021.02.18 00:14 | tîrêj zana 21

di nava dikanek teng de rûniştime. derva sar e, hundir teng. ne karim derêm ne karim di hundir de rûnêm. li ser paldanka xwe rûniştime, li ber min kombersa min, divê ez bikevim dersa xwe ya online lê qet taqet nakim. ji aliyek din stresa dikanê, ev 2 roj e sîfteh nekiriye. ji xwe heftê 2 roja girtî ye. her ku diçe zext li ser min zêde dibe. ji aliyê din divê li azmûna bixebitim û bikevim derza lê ka?

niha hundirê dikanê wek qehwa gunda ye. herçî ê kursiyek ji xwe re zevt kiriye li quncikekê rûniştiye û ketiye nava tengezariya aborî. xirecirek ji hundir difûre. bi jarbûna xwe ketine pêşbaziyê. ew dibê ez feqîr im, yê din dibê na ez feqîrtir im. de li nav cihek awha de ezê çawa derzê guhdar bikim? hîn weha parsek xwe li hundir diqewimînin û çend dua û helestan zanin li ser hev direşînin da ku guniye çend kesa bi xwe bînin. nizane ez feqîrê xwudê jê belengaztir im. du roj e sîfeteh nekiriye.

ha heke hûn behsa koronayê bikin, ne xema kesî ye. dibên heya em ji birçîna dimirin, emê bi korona bimrin, çêtir e. ne maske û ne mesafe kî ku zevt kir .....



| 2020.12.23 14:36 | tîrêj zana 21

Tirşikvanên karin beşdarî civînê bibin, ji kerema xwe li vê 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê mijarê diyar bikin. Ger di derbarê cih, demjimar û rewşa civînê pêşniyarên we hebin, binivîsin.



| 2020.11.05 23:46 | tîrêj zana 21

Camêrek jêhatî û xwudîxêr tune ma, li amedê civînekî tertîp bike û tirşikvana organîze bike? Ilim ez xwe pê bikim qey!?



| 2020.10.26 22:30 | tîrêj zana 21

Gelo em li amedê civîn çê bikin?



| 2020.10.20 22:06 | tîrêj zana 21

Kuro ev der nû vebûye an ez nû pê dihesim? Navenda îstîxbarata tirşikê li vir bûye law, kî xwe tev bide bi paşiya stuyê wî digrin*



| 2020.05.10 14:37 | tîrêj zana 21

avatara nivîskar



têketina dawîn 26-01-2024 22:40
dîroka qeydê 30.12.2019