1. dengbêjê modern yê stran û kilamên kurdî û kurmancî.. mixabin li ser înternetê zêde agahî derheqê jînenîgarî û jiyana wî de nîn in.. lê ji xwe dengê wî yê wekê ava çemên ji şerbetê mirov têr û tetmîn dike û nahêle mirov li dû tu pirseke din derheqê wî de bikeve û bigere.. ji dengê wî û ekola ku dayî ber xwe dixweye ku ji devera serhedê ye û bi qasê ku ez dizanim jiyana xwe li welatekê awropayê dibihurîne.. demekî li ser roj tv-yê bernameyek çêdikir.. lê ez ne şaş bim ji ber sedeminên ku ez pê nizanim navbera wî û pkk-ê xirab bûye û ji mêj de ye tev li konsertên ku ji layê pkk-ê ve tên li dar xistin nabe.. |
|
09.07.2013 21:29 |
endazer
|
2. Hûnermendê mûzika Kurdî..Pirr mirovekî hêja ye.. |
|
10.07.2013 02:53 |
neçirvan
|
3. bi xêra wî min ji dengbêj û stranên dengbêja hez kir. gava ez stranê şerê terxan guhdarÎ dikim mest dibim. lê kengî ve deng jê nayê nizanim çi jê hat. |
|
30.03.2014 02:22 |
rêzan
|
4. (bnr: delîlo) |
|
06.04.2014 00:06 |
xwelî li ser
|
5. (bnr: şerê tarxan) |
|
16.09.2014 16:39 |
endazer
|
6. hunermendê herî dawî ku min dît stranek li ser pêşmergeyan çêkiribû an çêdikir, demekî hat gohê min di nav wî û pkkêde alozîyek ji bû pera.. derketibû lê camêr divê berbay pkkê nekebe dilê xwe ji wan nehêle pkk jî dîsa wisa nan û avê hev xwarine eybe.. divê hunera xwe bidomîne.. |
|
08.01.2016 01:37 |
shorbevan
|
7. çi dengekÎ ezÎz e ! çi balkÊşe ! taceka stranên kurdiye |
|
14.05.2016 03:46 |
xeteraqirêj
|
8. (bnr: delalo) |
|
28.08.2017 12:22 |
çarçoveya bextewariyê
|
9. çi qirikek ser e, ji bo xwedê. dema dibêje: "lê serayêêêêêêêêêê" têla guhê mirov dilerizîne. tembûra dilê mirov dijenîne. |
|
11.10.2017 22:33 |
xendekî
|
10. Nizanim çima ji pkkê dûr xistin. Hela binivîsin gelo çima? |
|
11.10.2017 23:21 |
bêrtî
|
11. kêfa min herî zêde ji şerê terxan re tê. dema ew û elektro gîtar bi hev re di qîrin ez mest û gêj dibim!! |
|
27.12.2017 17:14 |
xwelî li ser
|
12. Her qîzeke me weke hûrî ne |
|
27.12.2017 19:41 |
elîşêr
|
13. stranbej u dengbej. klama wi ya seraye pir meshure. |
|
15.06.2019 18:17 |
tomcruise
|
14. Piştî 27 salê li welatê xwe konsertan dide. Hunermendek hêjayî gotinan e. Tiştê ku min xemgîn dike hunermendên zaroktiya min êdî pîr bûne qirmiçên rûyê wan zêde bûne! |
|
15.05.2022 23:47 |
kajav
|
15. konsêra wî ya li diyarbekirê her çi qas jêr bendewariyên min jî be xweş bû. |
|
16.05.2022 12:44 |
endazer
|
16. Dengbêjê ku piştî 27 salan hatiye welat û heta niha çend cihan derketî sehnê û duh (24.09.2022) li wanê konsertekî mezin dayî ye. Konserta duh gelek xweş bû û gel bi coşekî mezin tev li konsertê bû. Lê 15 roj berî niha dema ku delîl dîlanar bang kir ku ê konsertekî li wanê ji bo gel bê pere bide û cihê wê jî parqa bajar a rêya armûşê be hin kesan bê agahî, li medya civakî dest bi rexnekirina wî kirin. Ev rewş mezin bû û dezenformasyonekî mezin derkete holê. Sedema rexneyê; ji ber ku qada konsertê li cem şaredariya rêya armûşê ye û bê pere ye, gotin ev konsert bi destê şaredariya rêya armûşê tê çêkirin (ev şaredarî bin destê qeyûm e) delîl dîlanar çawa bi piştgiriya qeyûm were. Lê tişta balkêş, ne şaredarî tiştekî wiha gotibû ne delîl dîlanar qala piştgiriya şaredariyê kiribû. Delîl cara pêşî bi strana xwe yî ez xeyîdî me derket piştî stranê got: "bi rastî jî dilê min ji ew kesên wan îdda avêtên holê ma, dibêjin kê vê konsertê çê dike bi destê kê delîl tê wanê. Me Vê konsertê bi sponsorên xwe yî hêja û bi xebatên xwe yî taybetî pêk anî, çêkerên konsertê jî hûn in ev gelê qadê ye, em jî bi saya we dikarin werin." (Gotin peyv bi peyv wiha nîne lê çawa tê bîra min wek vî rengî ye). Pişt re navê sponsoran û kesên piştgirî dayî konsertê xwend (karsazên wanê, karsazên bajarên din, li hewlêrê heta rojhilatê sponsor hebûn) |
|
25.09.2022 03:18 ~03:22 |
pêşewa
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |