Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [delîl dîlanar] de;

17. konsêra wî ya li diyarbekirê her çi qas jêr bendewariyên min jî be xweş bû.
destpêka konsêrê 20.00 bû lê konsêrê 20.40an destpê kir, ew jî piştî çend çeppikên protetoyê.
bi strana xeyidî me destpê kir, ew qasî bê dil û ne xweş got ez jê şaş mam min got qey dûmaya konsêrê jî wê wiha be lê piştî stranê got min nedizanî serê repertuarê ev stran e ji loma min nekarî ji heq de bêm.
konsêrê nêzikî du saetan dom kir, gelek stran gotin lê herdu stranên xwe yên binavûdeng nêçîrvano û qasimo negot. herdu rojên din li mêrdîn û ruhayê konsêrt hebûn bawerim deng û henaseya xwe biçekî jî ji bo wan hêlişt. kapasîteya salonê 1500 kesÎ bû, lê nêzikî 1000 kes li salonê hebû. bilêtên konsêrê ji 5 kategoriyan pêk dihat; 320-250-155-125-100 tl. di salonê de min çend kes bihîstin ku gazind ji buhabûna bilêtan dikirin.
profîleke berfireh û pirreng ya beşdarên konsêrê hebû. wek dibêjin ji her cins û cureyî mirov lê hebû.
belkî ji ber zehmetiya jiberkirin û jibergotina kilamên dengbêjiyê be, guhdaran zêde nedikarîn tev li sehnê bibin.
strana serayê bêtam û ya seyranî me jî pir xweş got.
di konsêrê de bi xwe di hinek stranan de li meyê jî xist, dîsa strana derwêşê evdî bes bi saza xwe lêda û got.
di kilamên dengbêjiyê de nedikarî xweş nefesa xwe bigire, û dirêj bike ji loma mirov zêde nedikarî bikeve modê.
li ser sehnê biçekî zêde axivî, peyamên klîşe yên siyasî, bixêrhatina çend mêvanan nav bi nav kir.
serokê tîma amedsporê derket ser sehnê û formeyeka amedsporê bi navê delÎl dîlaner û bi jimara 21 diyarî danê û delîl wek mêvan xwestin pêşbirka amedsporê, wî jî got wek lîstikvan an wek temaşevan. pişt re got ez lîsansa min a lîstikvaniya futbolê heye, li almanyayê bi qasî deh salan di tîma mûnîx botansporê de bi denîz nakÎ re lîstime.
wekê hemû konserên kurdî dawiya konsêrê bi herdu stranên soranî heybênin û leyla mêvan rabûn reqs û govendê.
orkestraya wî zêde ne profesyonel bû mixabin, xuya bû zêde bi hev re prova nekirine, di kemanê de erdem altınses hebû, di nav çend stranan de bi soloya kemanê xwest şoveke xweş bike lê dengê kemanê zêde nedihat ji loma çênebû, wekê din camêrê li tram û daholê dida jêhatÎ û serkeftî bû.



16.05.2022 12:44 | endazer

5. (bnr: şerê tarxan)

(bnr: serayê)

(bnr: nêçîrvano)

(bnr: qasimo)



16.09.2014 16:39 | endazer

1. dengbêjê modern yê stran û kilamên kurdî û kurmancî.. mixabin li ser înternetê zêde agahî derheqê jînenîgarî û jiyana wî de nîn in.. lê ji xwe dengê wî yê wekê ava çemên ji şerbetê mirov têr û tetmîn dike û nahêle mirov li dû tu pirseke din derheqê wî de bikeve û bigere.. ji dengê wî û ekola ku dayî ber xwe dixweye ku ji devera serhedê ye û bi qasê ku ez dizanim jiyana xwe li welatekê awropayê dibihurîne.. demekî li ser roj tv-yê bernameyek çêdikir.. lê ez ne şaş bim ji ber sedeminên ku ez pê nizanim navbera wî û pkk-ê xirab bûye û ji mêj de ye tev li konsertên ku ji layê pkk-ê ve tên li dar xistin nabe..



heta niha ez ne şaş bim 4 albûmên wî derketine..



(bnr: ji bo bîranîna dengbêj huseyno)

(bnr: serayê)

(bnr: nêçîrvano)

(bnr: zeriyê)



09.07.2013 21:29 | endazer