1. paytexta başûrê kurdistan ê. bajar di navenda wê kela bajêr û bi 30-60-100 Mitro xelekan hatiye mîmarî kirin. Kela û derdora wê bajarê qedîm e kû tarîxa wê nêzî b.z 5000 sal e. derdora kelê sûka qedîm( bazara qeyserî) heye.nifûsa wê tekrîbî 1,5 milyon e. bajar bi pêkvejiyana çand, dîn û etnisiteyên cûda, parqê xweyî mezin, jîpên nujen,mall'ên gewre tê niyasin. Ji ber ewlehiya xwe İraqiyan ber bi xwe ve dikşine. parlemana kurdistanê li vir e. Di sikakan de zaravayê soranî serdest e. |
|
02.09.2013 04:22 ~2015.04.24 00:17 |
cemedî
|
2. strana ku hozan serhat pê navdariya xwe geş kir |
|
02.09.2013 15:23 |
filankes
|
3. Van rojan piştî despékirina propagandén hilbijardina 21 îlon 21.09.2013 hilbijartina parlamentoya kurdistana başûr hemî lîsteyan bir pankart, ala, flama vs. kolan rengîn kirine.ya bala min kéşa jî: Erbil Türkmen listesi di pankartek de wiha nivisandiye: sesiniz Türkmen listesine verin.. |
|
05.09.2013 00:34 ~2015.04.24 00:21 |
cemedî
|
4. yew strana hozan serhad e. paşÎ erişÊn hewlerÊ va strana der Û qulÊn me zedetir bike. |
|
29.09.2013 21:47 |
cinorek
|
5. kela berxwedanê ye.. tu carî neketiye û wê nakeve jî.. û navê helbesteka arjen arî ye.. |
|
30.09.2013 00:41 |
endazer
|
6. Navê starneke şehîd serhad e. |
|
30.09.2013 11:32 |
ceso
|
7. bajarê ku weke paytaxta turîzma ereban ya 2014ê hatiye hilbijartin. |
|
17.01.2014 20:50 |
simurg56
|
8. paytexta herêma federal a kurdistanê ye û yek ji bajarên herî mezin ê Kurdistanê ye. Li Hewlêrê zêdeyi du milyon kes dijîn. Hewlêr di dîrokê de gelek caran bûye qada şer. Dîroka wê digihije hetanî 1800 salî zêdetir. |
|
30.05.2014 22:22 |
xwelî li ser
|
9. (bnr: kilê çavê bûkan).. |
|
10.08.2017 23:22 |
bûtîmar
|
10. Di hewlêrê de cihekî din yê sereke jî kolana Îskan e ku li rojava yê kelhê dimîne û ji bazara niştiman bi birêve bi qasî pênc deqîqeyan dûr e. ji ber êvarê heta berê şeveqê bi çûn û hatina bi sedan mirovan ev kolan zîndî ye. bi dehan xwaringeh cûreyên xwarinan wek kutilk, ur û rovî, kebab, pîzza, doner, şorbe û xwarinên avî difiroşin. Çayxane û xwaringeh li kêlekên rê kursîyan dideynin û bi sedan kes xwarinan dixwin, çaya pir bi şekir divexwin (çay bi şekir tê, go ti bixwazî bê şekir vexwe dive tu bere bêjî), nargîlê dikişînin û li televîzyonê temaşe dikin. Ji xeynî vana gelek telefunfiroş û dendik firoş jî hene. Dendikfiroş dendikên xwe di dewleke(xezne) wek ya cilşoyê de bi agirê tûp ku bere xirtoma agir di nav dewlê de ye dipijin. her wiha kesen qertên telefuna difiroşin jî gelekin. Ji xeynî vanan cilfiroş, avfiroş, şekalfiroş û kesên şekalan boyax dikin jî hene. |
|
11.07.2018 13:46 ~13:55 |
mikurhat
|
11. navê ku ji bajara wê bêhtir strana wê navdar e. |
|
24.05.2021 13:36 ~13:37 |
hueyn
|
12. şarekey qelaw minare şarekey min e şarî şaran Hewlêr . |
|
23.06.2021 00:52 |
hewlêriha
|
13. payîtexta (bnr: herêma kurdistanê) ya ku di havînan de germahî digihîje 50 derece. |
|
19.08.2023 00:16 |
wiha wilo wisa
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |