Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hewlêr] de;

6. Navê starneke şehîd serhad e.





Hewlêr lorîka dayîkan

Hewlêr qêrîna zarokan

Hewlêr kilê çavê bûkan

Hewlêr bi xwîna şehîdan

Te navê xwe kir berxwedan



Hewlêr… Hewlêr…

Agirê serhildan e

Qelayê berxwedan e

Hêlîna Şehîdan e/’Egîdan e

Hewlêr…



Hewlêr… ji nû ve dayîk bû

Hewlêr… bi pêt û agir bû



Agirê dilê xortan/keçan

Nav mirinê kir jiyan

Hewlêr…



Hewlêr…namînî wek caran

Wê bibe gora xayînan

Bi xwîna Hêlîn û Salihan

Geş dibin çîçek û sorgulan



Hewlêr… Hewlêr…

Agirê serhildan e

Qelayê berxwedan e

Hêlîna Şehîdan e/’Egîdan e

Hewlêr…



30.09.2013 11:32 | ceso