Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
xwînera pirtûka elektronîk

xwînera pirtûka elektronîk

1. Xwînera pirtûka elektronîk, e-pirtûk xwîner. Bi îngilîzkî elektronik book reader, e-book reader. Wek (bnr: kindle) jî tê zanîn lê ev marqeyeke vê amûrê ye.

Li ba min cihê pirtûka ji sedî not girt. Ji bo xebitandinê yan jî perwerde bûnê re zêde bikêr nayê gorî fikra min, cihê pirtûka nikarê bigire. Belam ji bo xwendinê tişteke efsanewî ye. Min ev qas bikaranî ku hevaleke min yê zanîngehê jî ji min dît û ev jî yekî ji xwe re stand. Pêşî bawer nedikir ku tişteke bisûd e lê çû fînlandiyayê dît ku di destê herkesê de heye peyamek ji facebookê li min şiyand. Got ku min yekî ji xwe re sparij kiriye. Heke pirtûkên li gorî formata vê hê jî di destên te de hebe ji min re bişîne. Min hê li tirkiyeyê de nehatibû firotin yekî standibû. Lê niha tê firotin. Wê gavê perê min jî zehf nebû birastî. Ji ber vê ez şêweyeke bineçînî yanê modeleke kêm, kêmeyar standibû û hê jî bikartînim.

Teknolojiya e-ink, elektronik ink lê heye. Amûr bi telnolojiya ximawa elektronîk yanê mirekeba elektronîk dişixule. Ji kaxizan bêciyawazî ye. Wekî destêla yanê wekî telefona desta çavê yekî naêşîne, nawestîne. Sivik û guhêzbar e. Mirov dikare bi hêsantir bi xwe re digerîne. Bêserûbin, bi hezaran pirtûk bihevre lê bar dibe, wekî pirtûkxaneyeke guhêzbar û livbar e. Ji bo ku mirov bikare di tariyê de jî bixwîne cûreyên bi şêweyeke rondar jî hene. Cûreyên ku dikare bi internetê re tekilî dide werê hevyaz kirin yanê werê bijartin, tercîh kirin baş e. Vê taybetî derfet dide ku mirov ji înternetê gotar û nivîsaran bavêje cîhazên xwe û ji amûrên xwe bixwîne. Digel vê derfet dide ku meriv pirtûk û nivîsaran arşiv bike û veşêre. Dîsa mirov dikare bi rêya programa wekî calibreyê e-pirtûkên xwe çêbike. Li teknonolojiyê sinor nîne birano.

Bi kurtî bihayê wê çiqas zêde dibe taybetmendiyê wê û xwemalîkirina wê pir dibe.

Pêşniyaza min ev e ku li gorî dahat û budceyên xwe yekî ji xwe re bistînin û bixwînin. Helbet pirtûkên kurdî bi gelemperî heta ku ji we tê ji weşanxaneyan û ji pirtûkfiroşan bistînin. Ê dî jî bavêjin li e-pirtûk xwînera xwe û bixwînin. Pereyên xwe nedin, bernedin weşanxaneyên, pirtûkfiroşên bişavkeran, asîmilekeran.



25.02.2017 09:42 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwînera pirtûka elektronîk
» pirtûka kurdî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî