3. gilyaz û tûfirengiyên buharê û ramûsanên milyaketekî
ev in tiştên ku şerab û serxweşiya min a havînê tînin pê
bi çingîniya galûkên xwe yên zîvîn digerim li nav bajêr
li ser devê min straneka ku zû bi zû devê min lê nagere
çawa ez dîtim go were em demekî xweş bibihurînin bi hev re
û şeraba havînê bidim te ji lêvên xwe
ohhh şeraba havînê
gilyaz û tûfirengiyên buharê û ramûsanên milyaketekî
ev in tiştên ku şerab û serxweşiya min a havînê tînin pê
go lingên min ji van galûkan xilas bike û destê xwe bi dilê min ve bîne
û ez ê şeraba havînê bidim te ji lêvên xwe
ohhhh şeraba havînê
çavên min mezin bûn bi hêminî û lêvên min taqet nedîtin bo axaftinê
min da xwe ji bo rabim lê lingên min neketin ber min
dilê min bicih kir wê bi şêweyeke nedîtî
û pişt re qurteke din û qurteke dîtir da min ji şeraba xwe ya havînê
ohhh şeraba havînê
gilyaz û tûfirengiyên buharê û ramûsanên milyaketekî
ev in tiştên ku şerab û serxweşiya min a havînê tînin pê
lingê min ji van galûkan xwas bikeû destê xwe bide dilê min
ez ê şeraba havînê bidim te ji lêvên xwe
immm şeraba havînê
dema şiyar bûm, tavê dida çavên min
piyên min ji galûkên zîvîn xwas, çingîniya galûkan di serê min de
wê galûkên min ê zîvîn ji min stand bi dolarek û deh sentan
û ez bicih hêliştim çû, di devê min de tehma şeraba havînê ve
ohhh şeraba havînê
|