111. nivîskarê ku gotiye ne li ser nivîs û zanîn û fikrên min lê bes li ser kesayeta min êrîş li min dikin, ya rastî heqê wî he ye, dixwazim çend tişt li ser nivîsên wî bêjim..
-rexne dike, ez tevlî hemî rexneyên wî dibim, ji erdê heya ezmanan mafdar e di hemî rexneyên xwe de belam kêmasiya wî ew e ku cihê vala yê ji rexneyên xwe dihêle, nikare dabigire ango derd çi ye vedibêje lê derman çi ye û derd bi van dermanan çawa tê kewandin venabêje weka ku min berê jî gotibû dibêje lê nake
-bi pirranî li ser rastnivîsa tirşikvanan bnr û vbnr'an dide û bi vê yekê kurmanciya xelkê rexne dike henekên xwe pê dike, piçûk dixîne.. ev tiştekî şaş e ji ber ku bi vê tevgerê xelkê ji kurmancî sar dike. min gelek caran ji hevalan seh kirin ku dema pêrgî rexneyên wilo îronîk û tûj tên ji kurmancînivîsê sar dibin yanê bi vê kiryarê tiştekî qenc nake, belkî dilê wî ne qirêj e lê dawiya tevgera xwe nahesibîne divê bala xwe lê bide.
-kurdiya bakuriyan piçûk dixîne. lê yan nizane û hay jê nîn e yan jî texmîn nake. di kurdistana bakur de kes bi zimanê kurdî perwerde nebûn beravajiya wê bişaftineke kûr û xedar hebûn, bilêvkirina peyva kurdî bixwe jî qedexe bû û sedema înfazê bû, kurdên bakurî bi vê polîtikaya qirêj a dewleta tirko çavên xwe vekirin û li dijî wê li ber xwe dan, hemd ji xwudê re ku serî netewandin û karîn kurmancî baş xirab li ser piyanî bihêlin, ne tenê kurdî hama kîja ziman be jî normal e piçek bixisire. ma em ne mirovên super in bivê nevê bandora tirkî çêdibe. em jî dil dikin vê bandora nêyînî ya tirkî ji zimanê xwe derxînin.
|