Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dijber] de;

113. hewldanên camêr bêhempa ne, dixwaze tiştan bike falan, kurmanciya wî jî pirr baş e ew jî temam lê...

ev heye keko, tu dema dipeyivî ger gotinên te rast bin jî yanî dema tu heq û rastî û heqîqetê bi lêv bikî jî, ji ber şêwaz û usluba xwe tu di çavê xelkê de antîpatiyek çêdikî.

bawer im emrê te ji yê min mestir e lewma rêz û hurmet... ji bîr neke ku di vê serdema teşqeleyê de ji rastbûna gotinan bêtir mirov bala xwe didin şêwazê.

wek mînak di gotinên aysel tugluk û selahattin demîrtaşî de tu ferq nîn e lê ji ber şêwaza wan yek ji wan gelek antîpatîk e yê dî wekî şekirê şamê ye.

ger bixwazî em ji zanîn û agahiyên te sûdê wergirin ji kerema xwe re şêwaza xwe biguherîne ez qurban..



04.11.2015 01:07 | ferhenga şikestî

111. nivîskarê ku gotiye ne li ser nivîs û zanîn û fikrên min lê bes li ser kesayeta min êrîş li min dikin, ya rastî heqê wî he ye, dixwazim çend tişt li ser nivîsên wî bêjim..

-rexne dike, ez tevlî hemî rexneyên wî dibim, ji erdê heya ezmanan mafdar e di hemî rexneyên xwe de belam kêmasiya wî ew e ku cihê vala yê ji rexneyên xwe dihêle, nikare dabigire ango derd çi ye vedibêje lê derman çi ye û derd bi van dermanan çawa tê kewandin venabêje weka ku min berê jî gotibû dibêje lê nake

-bi pirranî li ser rastnivîsa tirşikvanan bnr û vbnr'an dide û bi vê yekê kurmanciya xelkê rexne dike henekên xwe pê dike, piçûk dixîne.. ev tiştekî şaş e ji ber ku bi vê tevgerê xelkê ji kurmancî sar dike. min gelek caran ji hevalan seh kirin ku dema pêrgî rexneyên wilo îronîk û tûj tên ji kurmancînivîsê sar dibin yanê bi vê kiryarê tiştekî qenc nake, belkî dilê wî ne qirêj e lê dawiya tevgera xwe nahesibîne divê bala xwe lê bide.

-kurdiya bakuriyan piçûk dixîne. lê yan nizane û hay jê nîn e yan jî texmîn nake. di kurdistana bakur de kes bi zimanê kurdî perwerde nebûn beravajiya wê bişaftineke kûr û xedar hebûn, bilêvkirina peyva kurdî bixwe jî qedexe bû û sedema înfazê bû, kurdên bakurî bi vê polîtikaya qirêj a dewleta tirko çavên xwe vekirin û li dijî wê li ber xwe dan, hemd ji xwudê re ku serî netewandin û karîn kurmancî baş xirab li ser piyanî bihêlin, ne tenê kurdî hama kîja ziman be jî normal e piçek bixisire. ma em ne mirovên super in bivê nevê bandora tirkî çêdibe. em jî dil dikin vê bandora nêyînî ya tirkî ji zimanê xwe derxînin.



30.10.2015 14:57 | ferhenga şikestî

81. kurmanciya camêr gelek xweş e, maşalla pêşketî ye lê piçek bûye paranoyak, bûye pîskopatê rêzimanê...

jixwe yek jê armanca tirşikê ew e ku her kes bi demê re hay ji şaşiyên xwe yên rêzimanî hebe û kurmanciya xwe rast bike û jargoneke tirşikê û kurmanciyeke standard peyda bibin..

lê madem tu ji kurmanciya nivîskaran eciz î tu dikarî yeko yeko ji wan re şaşiyên wan bi rêya peyamê qal bikî daku ew jî karibin bêyî ku di nava xelkê de rencîde bibin, kurmanciya xwe rast bikin

rêbaza tu bi kar tînî, xelkê rencîde dike bi wî hawî xelk ji kurmancî sar dibe



17.09.2015 18:41 | ferhenga şikestî

80. nivîskarê ku kes jê re negotiye tu derî formatê dinivîsî û kes jî peyamên wî jê nebirin heta niha..

lê hê jî fêm nekirye ku em behsa çi dikin

bi kiteķit ezê qal bikim; keko binihêre tu li gorî formatê dinivîsî min qebul e lê daxwazên te yên reformê ne li gorî formatê ne. yanê tu li gorî formatê yî. dilê te rehet be, problem ew e ku dibêjî 'bila heqeret jî hebin, peyamên heqeretwarî jê nebin' falan.. em jî dibêjin daxwaziya te ne li gorî formatê ye



17.09.2015 18:35 ~18:36 | ferhenga şikestî

78. tam prototîpê kurdan e, kurdekî klasîk..

bi qasî ku diştexile, bikira tu problem nedima



16.09.2015 19:29 | ferhenga şikestî

75. nivîskarê hêja yê tirşikê ye ku dema lînkdide carinan xwe şaş dike lewma lînk venabin..

bila ji kerema xwudê re vê problemê çareser bike, please



13.09.2015 23:32 | ferhenga şikestî

72. min zanîba ji bo çend pirtûkan bereket li tirşik tîne, min ê her meh jê re du-sê pirtûk bişanda*



11.09.2015 23:36 ~23:37 | ferhenga şikestî

63. meriv jê fêm dike ku çawa berjewendiya mêrv di karekî de hebe dibe bilbilê zimanekî

kuro bi sond û peyman be ez ê nehêlim bibe duyem jî, ji enzedarî re dengê xwe nakim*



09.09.2015 23:36 | ferhenga şikestî

57. nivîskarê tirşikê ye ku bi baldarî peyamên wî dişopînim, dema ku hê nû dest bi nivîsan kiribû tofana tirşikê rakirbû lê hezar mixabin ji nişka ve sekinî..

edetek wî ya nexweş heye ku gelek eciz dibim, peyamên vî camêr bi pirranî 'bnr û vbnr' in, lê tu dibêjî 'binêre' em jî bi kelecaneke bêhempa dinêrîn gûyek jî tune ye! ma çima bi hestên me yên paqij dileyizî? hi?

kekê ez rîca dikim 'biner'ên xwe tijî bike, têra hefteyekê 'bnr'ên te yên vala hene, belkî bêhna te jî vebe.. te go erê?



27.08.2014 15:26 | ferhenga şikestî