Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dijber] de;

116. Nivîskarê ku kêfa wî ji nivîskarê bi navê mijdar re hat, ji ber got ez nizanim.



18.11.2015 13:31 | dijber

110. nivîskarê ku tirşikvan nikarin tiştekî li ser nivîs, fikir û zanîna wî tiştekî bibêjin lew êrîşî kesayeta wî dikin tevî nizanin bê jin an mêr e li gel ku derbarê xwe de cînavka nêrzayend bi kar dihîne jî.

mebesta helbestvanî li vir ev e: birano! xwişkino! bila fikirên wî şaş derxînin ne bibêjin qurre ye û gazincan dike û nizanim çi û nizanim çi

(bnr: û quzelqurt)



30.10.2015 02:33 | dijber

108. nivîskarê ku ilber ortaylı nas nake *

mixabin ez wî nas nakim ji min nehat li ser internetê lê bigerim jî.



30.10.2015 02:13 | dijber

99. nivîskarê xatir ji tirşik û tirşikvanên wê yên jêhatî û zana xwest û çû heta careke din dîsa têkeve depresyonê.



24.09.2015 23:55 | dijber

97. tirşikvanê spasiya neyar, hezker û hemû kurdan dike û dibêje ji xwe min nû meseleya kategorîzekirinê zanî lew hêdî hêdî dest pê kir.

Ne hewce ye, hûn bibêjin ji ber kurtedemek e, ez ê hewl bidim alîkariya we bikim ta ku tirşik xwe li ser lingan bigire lê mixabin xeber xweş xeber lê min jê ne bawer

herwiha bila rûpela kategorîzekirinê jî li jorê sabit hebe, ji bo her miorv têkeve tirşikê hema yekê çêke.

têbînî: neyar û hezker û dijber û her tişt, eger kurd bin ha, ez wekî din spasiya ti mexlûqê dinyayê nakim



22.09.2015 13:14 ~13:15 | dijber


92. (bnr: egoîzm)



19.09.2015 21:39 | dijber

89. nivîskarê dibêje ku ez êdî xelatên xwe diyarî tirşikvanekî din dikim, tenê bila tirşikvan dev ji ruhê min berdin. pirtûkek biçire buhayaya wê 30 dolar e ku mirov dikare peyda bike û bide.

ez bi xwe van tişan merq dikim, ya dî ez dixwazim bizanim ev namzet kî ne û eger tirşikvan bikarin zanîna xwe bi kar bînin û alîkariya min bikin ku em wan binasin dê çêtir be.

eger hinekî mentiqê mirovî hebe dê bizane ku nivîsên wisa him rê vedike ku bi girêdanan mirov agahiyan bi hev ve girê de û bihêle her kes beşdarî mijaran bi agahiyên "biçûk" bibe ya dî di lêgerîna googleyê de, tirşik dê derkeve pêş û ew kesên li van tiştan digerin, peyda bikin.

ez dixwazim ku gava yek li gû jî bigere, bi kurdî bigere û ne "bok"a tirkan bixwe û wê binivîse.

mesele ku em bikarin mejiyê xwe bikin kurdî, yana ez ya rastî bibêjim, pirraniya tiştên ez dinivîsim ji min re ne giring in û ez guh jî li wan nakim lê eger em bên û zanînê binivîsim, ez bi xwe nikarim binivîsim lê di vê ferhengê de yek kes tune ku bikare binivîse.

zanîna we çi ye? ne ez zana me, ne hûn! min hîn yekî zana di nav kurdan de nedîtiye, ji xwe eger zana hebe, gelek tiştên giringtir hene ji nivîsên vir.

anku ez serên we guhdaran neêşînim lê ez îro aciz im û zêde neyên bi ser min de, ne ku ev tehdîd e ne jî tiştekî din e, tiştekî normak e lê ez bi xwe ji xwe û ji kurdan û kurdistanê gişî aciz bûme û belkî ez nema binivîsim jî.

(bnr: ez di qula kurdistana mezin nim heta di ya biçûk re derkeve)

(bnr: nivîsên hêja yên xwendinê ku nivîskarên tirşikê bi xwe nivîsîne lê ne copy-paste kirine.)

(bnr: aqilê sivik, barê giran)



19.09.2015 01:11 ~01:13 | dijber

86. zilamê ku niha dibêje li qusurê nenerin lê çawa, çilo, çima, çi, ji bo û hemû cînavkên pirsyarê dizane anku nikare bi xwe û dibêje ji kerema xwe re li vê hevokê binerin " mîna zilamê ku fêr bûye bisêklêt 'çawa' tê ajotin lê hay ji mekanîkê nînbe ye." mixabin ku mijara hevoka kompleks mijareke tevlihev û zehmet e lew ez nikarim zêde li ser binivîsim lê ev hevoka jorê, wek herkes dizane(yanî her kesê ku hinekî bifikire) dê bibîne ku ev hevok ji çend hevokan pêk dihê: 1. ew mîna wî zilamî ye 2. ew zilamê fêr bûye 3. hevokeke ku bersiva pirsyara çawa dide lê ez ê dûre werim ser wê, hevok ev e: çawa biskilêt tê ajotin, 4. lê hayê wî ji mekanîkê tune/ nîn

de ka werin van çar hevokan bi hev ve girêdin: dijber mîna wî zilamî ye ku fêr bûye (gihaneke pirsyarê pêwîst e lew bê) bê çawa biskilê tê ajotin lê hayê wî ji mekanîkê tune ye/be.

Ne ez xwe mezin dikim lê ez van yeko yeko ji we re nikarim bibêjim, ji xwe bi tirkî nefikirin dê hêsantir bibe.

(bnr: hevokên kompleks)



18.09.2015 00:21 | dijber

84. nivîskarê ji nivîsên dirêj hez nake û dixwaze ku di ferhengê de bêhna fikira nivîskarî were, wek mînak hedwig/76056 ev nivîs ji min re bes e, ji ber ew tenê kund e.

ha pêwîst be, nivîsên wisa jî /20082 dinivîse. eger pêwîst be, dikare gelekî dirêjtir jî binivîse lê bila hindik û rindik be.



17.09.2015 22:13 | dijber

82. Nivîskarê ku bi peyaman jî nikare xelkê qanî bike û ya dî dibêje ma ez xwedê me ku yek bi yek peyaman ji wan re bişînim.



17.09.2015 18:45 | dijber

77. nivîskarê ku bersiva kesên kêmî 4 puanan di vê testê testa kurdbûnê/75549 de tîne, nade.



15.09.2015 00:00 | dijber

76. Nivîskarê ku dixwaze ji tirşikvanên hêja peyamên taybet jê re ji bo şaşiyan binivîsin ta ku serrast bike.

Wek mînak ez nizanim niha bê kîjan lînk venabe lê gava ez ji telefonê dinivîsim her tişt dilewite.



13.09.2015 23:36 | dijber

73. (bnr: ê pirtûkan neşîne...)



11.09.2015 23:37 | dijber


67. nivîskarê ku neçar ma, dawiya vê şevê semantîks anku watenasî û rêzimanîkirin û veqetandek û ravekan rave û şirove bike.

Ji bo meseleya jorê:

ajotina hespî xweş e.

ajotina sloujoucî xweş e.

gelo ev hevok şaş in? an yek ji wan şaş e?

ji ber ku mijar zêde ne û divê ez gelek tiştan bibêjim, ez ê tenê mînakeke ingilîzî bidim we:

"one morning i shot an elephant in my pajamas." gelo fîl di pîjameyên xwe de dît, an pîjame lê bû gava ku fîl kuşt? mirov ne ker be, bersiv diyar e, lê ji aliyê rêzimanî ve, mirov dibêje qey fîl di pîjemeyî de ye.

anku carinan ziman rê dide ku mirov hin tiştan kurt bike lê ne her dem:

"ajotina hespî" eger em xwe bi rêbazên rêzimanî ve girêdin, dê ji aliyê watennasiyê ve şaş derkevin. lew di vir de em mentiqê xwe dixebitîn.

lê ev herdem ne rast e û carinan divê mirov diyar bike:

kuştina zarokî?? gelo kî kê dikuje? zarok hinan dikujin, an hinek zarokan dikujin?

ev bi xwe bi naveroka axivîn an jî tekstê ve girêdayî ye.



Here lînkê

(bnr: groucho marx)



10.09.2015 00:54 ~00:58 | dijber

64. nivîskarê ku hemû nivîskarên tirşikê bi hev re binivîsin jî, nikarin bigihên toza wî, en endazer û ne jî ti kesê dî *



09.09.2015 23:46 | dijber

60. nivîskarê ku ez bi xwe me û armanca min ne-xweşkirin û dilxweşkirin e lê rexnegirtin e ta ku em kêmasiyên xwe bibînin. ma yana çi fêdeya me ye û eger em giş ewqasî baş bûna, gelo çima em heta niha bindestên van ker û kûçikan bûna?

Ya giringtir ji wê nivîskarê ku dixwaze hûn wî di medya civakî de navdar bikin ta ku bikare bêtirs rexneyan li her kesî bigire û pozê naşewitin, jî bişewitîne û namûsê têxe wan.

Yanî birano! tirşikvanino.

Twittera min bişopînin û belav bikin ta ku ez zêdetir ji we re binivîsim û tirşikê jî ji we re navdartir bikim.

ev hesab ne hesabekî hema wisa ji bo nivîsînê ye lê v ji bo guhertin û pêşxistinê ye.

kes ji min nafilite, ji Barzaniyê mezin bigire, heta di yê biçûk re derkeve, ji apo bigire heta di osmanî re derkeve. ji Kimranşanê bigire heta di mereşê re derkeve.

heta kurdistan nebe dewlet, dijberiya min ji me re dê berdewam be.

(bnr: demokrasî)

(bnr: dîmuqratî)

(bnr: demoqrasî)

(bnr: rexne)

(bnr: rexnegirî)



04.09.2015 03:07 | dijber

40. nivîskarê ku piştî mayîna 116 saetan di tirşikê de biryar da ku heta demeke dirêj nekeve û nenivîse di tirşikê de.

sedem pir in.

lê tirşik xwarineke cidî ye û divê mirov heqê wê bide û baş bipijîne û ez ne mirovekî ewqasî jêhatî me eger rojekê ji min bihê û ez binivîsim cihek û platformek ji tirşikê çêtir tune.



06.01.2014 09:58 | dijber

27. (bnr: îstîxbaratên tirşikê)



29.12.2013 13:27 | dijber


24. (bnr: xwediyê tirşikê)



28.12.2013 17:02 | dijber

18. nivîskarê ku armanca wî hînkirina rexnegirtinê û bêhnfirehî û guhdarîkirina li rexneyan û dijberîkirina hemû tiştî, ji ber ku di her rastiyekê de piçek xeletî heye û di her xeletiyê de jî piçek rastî heye.



19.12.2013 23:10 | dijber

11. nivîskarê ku piştî 51 saetekê di tirşikê de li ser hev ma biryar da ku heta demekê êdî nenivîse ta ku biryarê bide û binere bê kalîteya tirşikê bilind dibe an na.

îhtîmala vegerê: 50%

îhtîmala nevegerê: 50%

lê berî çûyînê şîreta dawî dike: " bi kurdî hişmendiyeke kurdistanê biafirînin û dûrî pûçitiya ramanên vala herin, biafirînin bixebitin, xwe binasin û wek xwe yê siruştî ne yê bişaftî bijîn, tirşikvanino"



17.12.2013 08:29 | dijber

1. ez

kesî naşopîne https://twitter.com/dijberdijber

blog http://dijberdijber.blogspot.com/

facebook: https://www.facebook.com/pages/Dijber/145640952171018



12.12.2013 17:29 | dijber