36. min nizanîbû ez potansiyel kujer im lê bi saya serê wî/ê hîn bûm ku kujer im
hevzayendîtî/47997 di vÊ peyama xwe de manîpulsyona ku kiriye bêjiyên ekşiyê jî nikarin bikin..
ez ne bijîşk im ne jî pisporê vî karî me lÊ pirseke min jÊ heye, ji bo ku tu karibî di derheqÊ mijarekÊ de bipeyivî divÊ tu bibî pisporê wî karî? ango weka ku ji bîlalî re qal dikim, ezê bêjim; mesele ger ez behsa siyasetê bikim, divê ez herim li zankoyÊ beşa siyasetê bixwînim? an jî ji bo ku karibim bÊjim pkk li fîlan derê, di falan salê de hatiye avakirin, divê herim beşa dîrokÊ bixwînim? yan jî ji bo ku ez karibim bÊjim amed di bakurÊ kurdistanÊ de ye li kÊleka çemÊ dîjleyê ye, divÊ herim beşa coxrafyayê bixwînim? yan jî ji bo ku ez karibim bÊjim memed uzun nivîskarekî serketî nîn e, şener ozmen nivîskarekî baş e, divê herim edebiyatê bixwînim? an jî ji bo ku karibim bêjim ez ramanên karl markî napejîrinim, bi ya min lîberalîzm baştri e, divê herim felsefe û beşa îktîsatê bixwînim? yan jî ji bo ku karibim bêjim li dû bûyerên salên notî civaka kurdistanê ji qalika xwe derket, xelk ber bi bajaran ve rabeziyan û rengê civakê guherî, divê ez herim sosyolojiyê bixwînim?
yeko yeko bersiva van pirsan dixwazim...net!
tiştekî dî jî ev e ku min negotiye ez homofobîk im, te li ser peyema min dezeformasyon çÊkiriye, min go li hemberê wan nÊtar im ango nikarim tiştek bêjim an bikim an jî fikreke nêyînî yan jî erênî bêjim, ango çi? ango nikarim bela xwe ji wan bidim û tiştê ku ne îşê min e bi dev û poz xwe têde bilewitînim yanî çi? yanê heddê xwe zanim û dengê xwe nakim yanê çi? yanê herkes azad e kî çi gû dixwe bila bixwe îşê min pê tune ye..
ez ku nikarim şeqemek li yên neheqan bixim, ez ku nikarim ji eyb û şerma xelkê li meydanê ku neheq be jî, rencîde bikim û rûmeta wî bikim pênç qirûş, lê bi saya serê te dibe bibim kujer..
îthameke mezin e divê lêborînek bixwaze..
meseleyeke dî jî ev e; bi ya min tercîh nîn e, problemên hormonal in
|