Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biruya hayao miyazaki] de;

68. piştî peyama destebirayê min, ez:

-yeaaaskdnfsfjdfg şapşîk (ˆ⌣ˆ) *



15.10.2022 16:33 | biruya hayao miyazaki

61. @yûsiv spas dikim ji bo pesnan. hîn jî kurdiya min gelek kêm e, lê dema çavên min bi peyamên min ên kevn dikevin, mîna xebara li min dikin. hingî xerab in, bi kurdiyekê nelihevhatî ne. bêlome. hêdî hêdî baş dibe. şukir vê jî *



24.11.2020 22:23 | biruya hayao miyazaki

57. @brzn, derheqê ontolojiyê ne, lê bawer im di nav peyamên min ên do de ya herî tevlihev, belkî ya xwedê be. xwedê ji te jî razî be ^.^

@mergehez û @xelîl : mala we ava. ji ber ku kurdiya min qels e, min nexwest serî li koma firaz bidim, mîna pisîngên dora mirîşkan çûm û hatim :/ lê ka ez ê li tottoroyê binêrim.

@hozan serhad: gelek spas dikim, hevalê delal. lê ez dibê'm qey, min bêhemdî reşşik da peyama te, min bibexşîne :/



05.04.2020 12:19 ~12:21 | biruya hayao miyazaki

52. van demên dawî xwe wekî mîlîtanek standarda kurdî ya celadet alî bedirxan dihisim. li bin sernivîsa rêbera rastnivîsînê tê dîtin. hemû dijberên vê rêberê dişopînim, dixwînim û dibînim ku komxebat di nav şaşî û xeletî û çewtî de avjeniyê dike, tu tehemula min bo alîgir, şopger û muxellîdên wan namîne/nema. hemû bi hemd an bêhmdê xwe zimanê kurdî xira dikin, edetên heyî yên 70-80 salî serûbin dikin, wêran dikin û ber çavên min ferqa wan ên ku qeîdeyên komxebata kurmancîyê ya derewîn disepînin (hele li vê navê ecêb binerin û qaşozimannas ev nav lê kirine!) û hêzên asîmîleker tune ye: kirinên her du jî xirakirina kurdî ye! bi çi nêt û armanc û xeyal tev bidin, di encamê de kurdî diavêjin nav qaosek!

hof.



22.02.2020 11:57 ~11:58 | biruya hayao miyazaki

49. @mîr qismet nebû, li tirşikê qala wan qertan bikim. him ji bo sersalê min ew çêkirin, tirşikvan dikarin çap bikin û dînin ser maseyên xwe weke diyariya tirşikê û him jî min xwest ku heke yekî rabe û bixwaze danasîna tirsikê bike, bira di tirşikê de malzeme hebin. qertan li gorî instagramê ye, lê helbet hun dikarin li facebook û twitter û tumblr ûpinterest û qizzulqurtên din biweşînin*.

hemû gotinên li ser qertan/postan ji peyamên tirşikvanan a/ên li bin tirsik.net in, hate wergirtin.

welhasil, spasxweş*



22.12.2017 21:21 | biruya hayao miyazaki

37. nezanek mîna "bêjiyên ekşiyê" hatiye li bin nickê û qal trajediya xwe kiriye û çend pirsan kiriye. pirsên vî homofobîk van mijaran dihewînin: sîyaset, dîrok, coxrafya, edebiyat, felsefe, sosyolojî. qaşo-zana îktîsatê jî têxistiye ber felsefeyê. * ev mijar giş têdikevin beşên civakî û ev beş carinan bi fikrîn û metodên vekirî bi berhem an jî gotarên kesên ne profesyonel ve dikarin zêde bibin.lê...



ey cehil! ka we re pêşî. û em pevre vê hevokê te binirxînin ku ka dikeve kîjan beşê.



"bi ya min jî hevzayendîtî nexweşî ye wek bîyolojîk nexweşiyek e(...)"



nexweşî/biyolojî têdikeve qada tibbê. tibb têdikeve beşa fennê. herkes nikare li ser biryar û tespitên fennê şîroveyan biberhemînin. hele bi komikê "bi ya min" nikare gû bixwe. ji ber ku agahî û zanyariyên fennê bi riyên ceribandin û çavderiyê tên zêdekirin. kesên ku bê ceribandin û çavderiyên zanyarî şîroveyan dikin, bi ceheltî tevdidin. heger ew ne cehil bin, ewê bi xweşî yan jî wek kera biryar û zanyariyên Yekîtiya Derûnnasî ya Amerîkan, Yekîtîya Psîkyatrîk a Amerîkan, Saziya Karkerên Civakî ya Netewî, Saziya Psîkiyatrî ya Çînê, Komela Psîkiyatrên Brîtanyayê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bipejirîne. mecbûr, ji ber ku ev fenn e. ha hîn jî bê na ez qebûl nakim, hah ew homofobîk e û hevparê kujerên hevzayendan e.



ka bêje tu çi fêm ne kir?



edit.



ji bo temaşevanan re hêsan bibe:

ferhenga şikestî/76432

ferhenga şikestî/76436



20.09.2015 13:55 ~14:27 | biruya hayao miyazaki

35. li ser ergatîvê dixebitim. lê li nav vê şerê, diitirsim ezê soranî hilbijêrim û dev ji kurmancî berdim. ma ne ew jî kurdî ye. * lê ji berê ve dixwazim ku tirşikvanên ku çewtiyên ergatîvê ya genî û miqrof dibînin, bira nîşanî min bidin ku ez zanibim ka li kî derê şaşî dikim.



ergatîvo! erê kêfa min ji te nayê! ev lîstika rojavayiyan e li ser kurdî! çavên xwe vekin kurdino. * ma berê pêşiyên me qala ergatîvê dikirin. **



17.09.2015 22:55 ~22:56 | biruya hayao miyazaki

32. j'mêrdîn im. lê na ne j'dêrîk im. * ez li romana eyüp kıran a dewrêşê ewdî gelek caran rastî li vê peyva mere hatim. * û wateya wê nedizanîbûm. min digot qey daçeka ji ketiye û tenê forma "(ji) me re" maye lê camêr cara ewil a bikaranîna mere di nav kevanekan de mirov nivîsandiye. mîna ronahiyek j'ezmên daket ser serê min û wê roja min kiribû cejnekî pîrozî. * û ji versiyona mera çêtir e bi ya min, nermtir, naziktir û xweşiktir bo bihîstinê. lê jê çetirîn mirov e. em hema mirov in. * *



17.09.2015 14:42 ~14:47 | biruya hayao miyazaki

24. wateya birû, belê birh e. qûn jî dibû bi rastî, lê min çima nekir kîr û hêlika wî, ew bala min kişand. diponijim... dibe ku ji sedema him qûn û him kîr û hêlika hoste nedîtibûm. min bidîta jî ez bawerim ku minê vana tercîh nekira. lê ev tişt hat bîra min: pênûsa hayao miyazaki. him qelem Û him penis'a ingilîzî. lê nivîsandina wê ewê zehmet biba. * xêndî kîr û gunê hoste bi xwedê poşmanî ji hêla berçavka wî ket dilê min. berçavka wî gelek şêrîn xuya dikir... birûya wî jî gelek xweş e û biyara xwe dam ji her tiştî xweşik e. xwedê emrê wî dirêj bike.*



21.05.2014 01:06 | biruya hayao miyazaki

21. tew piştî peyvên endazer kiriye yên bibîne ewê bêje qey *hayao miyazakî çi tawanbarî kiriye* lê heqê endazer heye, peyamên ku di bin nicka berê hatiye nivîsandin DİVÊ bên anîn bin vê nickÊ. ez peyamên xwe dixwazim* ENDAZER BİRA WEZÎFEYA XWE YÊ MODERATORİYÊ BÎNE CİH. EV CİH NE YÊ CİHÊ RAKETİNÊ YE*



21.05.2014 00:24 | biruya hayao miyazaki

17. peyama ku hatiye rexnekirin, xwediyê sernivîsekî anket e.

(bnr: taybetiyên sernivîsên anketan) an jî formata tirşikê/32425

SERNIVÎS JI ME RE PIRSÎ YE, MIN JÎ BERSIVA XWE DA! BINÊRIN NABÊJIM BERSIVA NIVÎSKARÊ KU SERNIVÎS VEKIRÎ YE, BERSIVa SERNIVÎS.

HEK HUN KETIN ŞOPA FORMATÊ, HETA EM WERIN TAYBETIYÊN PEYAMA MIN, DIVÊ SERNIVÎSÊN WANÎ NEYÊ VEKIRIN. JI BER KU PIRSÊN ANKETAN PÊNASAN HEWCÎ NAKE; EW BERSIVAN DIXWAZIN. HEW.



Û HEK HUN ESPRIYA MIN FÊM NEKIRIN; JI BO VÊ JI DESTÊ MIN TIŞTEKÎ NAYÊ.



25.03.2014 11:09 | biruya hayao miyazaki

14. êdî xwediyê fantaziyekî mezin e:



(...)

-ez jê ditirsim nexwe min ê gotibûya..

-netirsî, ka were li ba min; tu çi ergatîvîtekî xweş î!

-ehööm nuha ên gerguhêz mîna...

-dengê te nayê min, ka kincê xwe derxî..

-xxx

-tu bidomînî, ezê av bidim ser...

- do not found-



ji bo alikariya endazer gelek spas.

û xendî vê yekî:

(bnr: nickên alternatîf a cara duyem bên xwestin)

(bnr: ez ergatîvîteya te bibim rustem)

(bnr: ji guhên min re peyvên bê ergatîvîte bipispîsînî)



08.03.2014 23:19 | biruya hayao miyazaki