Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biruya hayao miyazaki] de;

46. ji nîvê zêdetir peyamên xwe jêbirine. ez fêm nakim armanca wan çi ye? ev, rasteqîn, elegez..
xwudê islah bike



05.12.2017 10:27 | ferhenga şikestî

43. yek jê nivîskarê jêhatî û baqil ê tirşikê ye, hemî entryên wî ji jêderkeke xurt diherike yanî tew tiştê ku baş zane dinivîse loma gelek pêdivî pê heye
ji zû de pejn jê nayêt, min meraq kir aqûbeta wî, ji kerema xwe re vegere û binivîse, ev yek ne rîca ye ferman e!



05.01.2017 14:26 | ferhenga şikestî

42. min ferq nekir kêngî kurmanciya xwe ewqas pêşve bir û kir rewantir. lê bi xwudê ji du sê tirşikvanan yek jê ev e ku teqez her peyemake wî dixwînim. ligel kurmanciya xwe ya xweşik bi dagirtî û têr û tijî dinivîse. bil neçe haa*



01.07.2016 13:14 | ferhenga şikestî

41. tê bîra min dema nû dest bi nivîsînê kiribû kurmanciya wî jihevketî bû, lê aniha xweyî kurmanciyeke gewr û xweşik û nazik û nazenîn e, maşalla*



03.04.2016 19:31 | ferhenga şikestî

39. mairv ewqas jî rika peyvekê nagire babam wuuu çi bû law qey zora te çû? sînora manîpulasyonê jî heye lê sînora vî nivîskarî nîn e..

min beşên dî wek mînak da heyra, erê rast e ji bo ku meriv ji marks fêm bike divê piçek felsefe û îktîsatê bizanibe qesta min ew bû lê ger meriv encax mîna te dilxirab be dikare wek rojnameyÊn genî yên tirkan ewqas manîpulsyon çÊke..

di ekşiyÊ de modeyek heye ger tu raman û fikr û tevgera ya/ê dî neecibînî yan jî gotinên yên din ne li gorî te bin cihde îthama nezaniyê dizeliqîn û hem ji girrek teşqeleyÊ xelas dibû hem egoya xwe tatmîn dikî û hem jî populertiya xwe eseh dikî, diyar e ev nivîskar jî xortaniya xwe li wan deran bihurandiye, şapşîk dizane çawa tevbigere..



(bnr: biruya hayao miyazaki'yim ben saksı değilim en çok bana soracaksınız)*



20.09.2015 15:05 ~15:14 | ferhenga şikestî

38.

ez bawer im AN hînî kuırmancî nebûye lewma fêm nake yan jî pismamê bîlal e*

nezanê ku hê nizane karl marks di heman demê de bi îktîsadê re mijûl e ango aborînas e û teoriya wî ya komunîzmê di rastiya xwe de felsefeya îktîsadê ye jî, hatiye min bi nezaniyê îtham dike*

ez bêjim çi? mesela ji bo teoriya karl marks bêjim antropolojî, çÊdibe? ger tu qebul bikî xwudê jî wê qebul bike*

piştî ku te ev gotin got, mesele bo min xelas...



20.09.2015 14:18 ~17:41 | ferhenga şikestî

36. min nizanîbû ez potansiyel kujer im lê bi saya serê wî/ê hîn bûm ku kujer im

hevzayendîtî/47997 di vÊ peyama xwe de manîpulsyona ku kiriye bêjiyên ekşiyê jî nikarin bikin..

ez ne bijîşk im ne jî pisporê vî karî me lÊ pirseke min jÊ heye, ji bo ku tu karibî di derheqÊ mijarekÊ de bipeyivî divÊ tu bibî pisporê wî karî? ango weka ku ji bîlalî re qal dikim, ezê bêjim; mesele ger ez behsa siyasetê bikim, divê ez herim li zankoyÊ beşa siyasetê bixwînim? an jî ji bo ku karibim bÊjim pkk li fîlan derê, di falan salê de hatiye avakirin, divê herim beşa dîrokÊ bixwînim? yan jî ji bo ku ez karibim bÊjim amed di bakurÊ kurdistanÊ de ye li kÊleka çemÊ dîjleyê ye, divÊ herim beşa coxrafyayê bixwînim? yan jî ji bo ku ez karibim bÊjim memed uzun nivîskarekî serketî nîn e, şener ozmen nivîskarekî baş e, divê herim edebiyatê bixwînim? an jî ji bo ku karibim bêjim ez ramanên karl markî napejîrinim, bi ya min lîberalîzm baştri e, divê herim felsefe û beşa îktîsatê bixwînim? yan jî ji bo ku karibim bêjim li dû bûyerên salên notî civaka kurdistanê ji qalika xwe derket, xelk ber bi bajaran ve rabeziyan û rengê civakê guherî, divê ez herim sosyolojiyê bixwînim?

yeko yeko bersiva van pirsan dixwazim...net!

tiştekî dî jî ev e ku min negotiye ez homofobîk im, te li ser peyema min dezeformasyon çÊkiriye, min go li hemberê wan nÊtar im ango nikarim tiştek bêjim an bikim an jî fikreke nêyînî yan jî erênî bêjim, ango çi? ango nikarim bela xwe ji wan bidim û tiştê ku ne îşê min e bi dev û poz xwe têde bilewitînim yanî çi? yanê heddê xwe zanim û dengê xwe nakim yanê çi? yanê herkes azad e kî çi gû dixwe bila bixwe îşê min pê tune ye..

ez ku nikarim şeqemek li yên neheqan bixim, ez ku nikarim ji eyb û şerma xelkê li meydanê ku neheq be jî, rencîde bikim û rûmeta wî bikim pênç qirûş, lê bi saya serê te dibe bibim kujer..

îthameke mezin e divê lêborînek bixwaze..

meseleyeke dî jî ev e; bi ya min tercîh nîn e, problemên hormonal in



20.09.2015 13:28 ~13:28 | ferhenga şikestî