1. telefonek mezin e, lê gelek kêrhatî ye.
niha note 4 jî derketiye lê ji ber ku di navbera wana zêde cudahî tune û di ser de jî gelek buhatir e, min note 3' ê hilbijart
taybetiya wê ya herî mezin ewe ku ekrana wê gelek mezin e û pênûsa wê heye. bi saya vê pênûsa dîjîtal û ekrana fireh, mirov dikare mîna ku li ser kaxizê binivîse, bi pênûsa xwe li ser ekrana telefonê binivîse.
min ne versiyona fermî ya li tirkiyê kêrî lê min versiyona ewropayê yanî N9005ê kirî.
ferqa wê ew e ku di vê versiyonê de 4g û kişandina vîdyoyên 4K û taybetiya şarzkirina bilez heye.ku ev jî taybetiyên gelek xweş in.
weke din, taybetiyeke giring ya telefonê piştgiriya usB 3.0 e bi saya usb 3.0 di navbera telefon û kompûterê de leza veguhestina pelan gelek bileztir e, weke mînak 60/100 mb/saniye.
ji bo kesên ku di nava rojê de gelek notan distînin, telefonek bêkêmasî ye. û ez bawer im piraniya tirsikvanan jî wisa ne, loma pêşniyarî tirşikvanên ku wê di van mehan de telefonek nû bikirin, dikim. min liser înternetê.bi bîhayê 1500 tl kirî.
ha, min ji bîr kir, dîsa yek ji taybetiyên sereke yên telefonê ew e ku bi saya ekrana mezin mirov dikare mîna li ser kompûterê paceyan li cem hev veke û hemûyan bi hev re bibîne.
dema mirov telefonên nû bistîne, nikare bi pênûsê bi kurdî binivîse. lê min vê pirsgirêkê çareser kir û niha dema bi kurdî binivîsim jî telefon wê nas dike û vedigerîne tekstê, min vê peyamê bi pênûsê nivisand.
ji bo nivîsandina bi kurdî çend tişt lazim in, ez ê paşê wan jî rave bikim.
1- (bnr: rootkirina galaxy note 3)
2- sazkirina (bnr: google handwriting input)
3- sazkirina (bnr: sm spen add-on)
4- çêkirina mîhengên taybet.
|