Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
nabî

nabî

1. şairekê nijadkurdê bilind û bala yê edebiyata dîvanê ya şaristaniya osmaniyan. mirov dikare wî weke yaşar kemalê kevn jî binav bike. bila xalê nabî min bibore lê ez dibêjim qey yekem mînaka entekletuelê kurd yê ketiye psîkolojiya xwekêmdîtinê ye. meselokek meşhûr heye ku nîvîskar û akademisyenê tirk iskender pala jî di pirtûkek xwe de cih dabû vê yekê ku bi kurtasî wiha ye. :

rojekî nasekî nabî tê stenbolê mêvandariyê û jê re dibe qismet ku tevî nabî bê vexwendinê ji bo ziyafeteke padîşahê osmanî. roja ziyafetê gava di civatê de sêv îkram dikin, hevalnasê nabî hima radike sêvê û dibê qirç gezeke bêwijdanî lêdixe. hemû giregirên osmanî di hev de diqilqilên lê padîşah weke ku tiştek nebûbe vê yekê piştguh dike lewre wan çaxan divê te pêşî bigotana "devletle padişahım" û peyre jî divê te sêvê bikirina bêrîka xwe û te paşê bixwarana. piştî ku cıvat belav dıbe nabî hal û meselê ji mêvanê xwe re dibêje da ku careke din li hafa padîşah tişteke wilo neke û rojek ji rojên xwedê dîsa ji bo ziyafetek tên vexwendin lê vê carê loqim îkram dikin û vê carê hevalnasê nabî pêşî dibêje "devletle padişahim" û peyre jî dike bêrîka xwe lê vê carê jî giregirên osmanî di hev de diqilqilin û dikin uffinî puffinî mêvan bi xetaya xwe dihese lewre loqim pêre dihatin xwarin ew jî destê xwe davêje bêrîkê lê tev şîrqal û li hev ketiye û şal û şelwar û destên wî tev bûne toz û nabî xwe nagire vê malikê li hev tîne û saeta xwe nexweş dike. dibêje:



nâbî'yi nâbî yapan bir hüsn-ü nazâr,

urfa'nın kürd'ünde nezâket ne gezer?



yanî :

tişta ku nabî dike nabî xweşbîniyek

ma nezaket bi kurdê rihayê re heye?



02.05.2015 19:53 ~19:54 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» nabî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî