Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
çewlika heywanan

çewlika heywanan

2. rêdûr dîjle li ser wergerê rexneyek nivîsiye:



Wergera "Çewlika Heywanan a George Orwell"iyî* û Gilî û Gazindek Min



Tişta dizanim di wergerê de kar û barê wergêr ne hêsan e. Wergêr bi vê pêngavê berpirsiyariya karekî zehmet hildigire ser xwe. Lê mixabin, dema xwe li vî karî xist mecbûr e li gor rê û rêbazên vî karî tevbigere û peywirên wê bi cih bîne.



Kar, bar û peywira wergêr, bo alema xwe veguhestina berhema/ên alemeke/ên din e. Bo vê jî divê wergêr beriya her tiştî hikumranê ziman û çanda xwe be. Bi vê hikumraniyê divê nîzama kefikên mêzêna zimên zevt bike. Li gel hikumraniya nîzama ziman û çanda xwe, divê hikumraniya ziman û çanda biyaniyî jî di asgariyeta muqayese û berawerdiyî de be.



Û berî ku berhem çap bibe û bigihê ber destê xwîner divê di hin merhaleyan re derbas bibe, da ku tam bistrê:



☆ Sererastkirin**: Divê ji aliyê kesekî teshîhker ku hem di zimanê berhemê yê resen (biyanî) hem jî di zimanê hedefiyî de pispor e bê nirxandin.



☆Xwendina Dawî: Bi awayekî din ku jê re dibêjin "proofreading" yanî xwendina provayiyî divê bê kirin.



☆Ewleyiya Qalîteyiyî: Ev merhale ji aliyê rêvebirê pêşnûmayê tê kirin. Rêvebirê pêşnûmayê di vê merhaleyê de, di metn an jî deqa wergeriyî de qalîteya ziman, veguherînên metrîk, wesfên xwemaliyî, şablona teşeyiyî hwd. asas digire. Û li gor van asasan ger di berhemê de kêmanî û şaşî hebin, li gor rê û risman ev kêmanî têne senifandin û bi pergaleke pûantajiyî têne nirxandin.



Wexta berhemeke wergeriyî di van merhaleyan re derbas bibe û bê hêrandin ew berhem berhemdariya wergêr, rêvebirên pêşnûmayê û weşanxaneyê diyar dike. Ev merhale tahm û ekla berhemê hê biçêjtir dikin û şikl û şemal, xeml û xişra berhemê xweşiktir dike. Wê ji atmosfera wergerê dûr dixîne, atmosfera wek berhemeke ku di e'slê xwe de bi zimanê hedefiyî hatibe afirandin li xwe bar dike. Bi vê jî xwendin û têgihiştin hêsantir dibe.



Wergera Salih Agir Qoserî ya "Çewlika Heywanan"a George Orwell tu dibê qey ji van merhale û analîzên jorîn hinekî bêpar e. Niza'm bê rêvebirên pêşnûmayê hene yan tune ne, ger hebin bê çiqas serê xwe pê re êşandine? Divê meriv ji wan bipirse.



Lewra wergera Çewlika Heywanan di xwendina xwe de hinekî min betiland. Hem di warê ziman hem jî di warê têgihiştinê de. Ez dibêm sedema têgihiştinê ji ber keremkotiya ziman bû. Çimkî zimanê wergerê ne zimanekî hewqas fesîh bû, zimanekî kulek û çolaq bû. Di xwendinê de zêde zêde teql li zimanê min diket. Wek motorek di nav vilçoqiyê de badanaş bike. Min pir badanaş kir. Ev badanaşî him zêde ji dema min xwar him jî dibû sedema têgihiştineke lerizok. Lê min berhem xitim kir.



Helbet rêzdar Salih Agir Qoserî karekî pîroz kiriye. Serê xwe pêre êşandiye û ji dema xwe feregat kiriye û li CVya xwe berhemek din zêde kiriye. Ez van gotinên jorîn û jêrîn bes bo cenabê wî serf nakim. Bo weşanxaneyê û ekîpmana wê hemiyan dikim.



Lewra wek xwîner xwe dispêrim hiqûqa navbeyna berhemdar û xwendevan.



Bo nimûne:

Berga vê pirtûkê jê bikin û bila bu ti awayî ne navê George Orwell, Çewlika Heywanan û ne jî navê wergêr hebe. Bi vî awayi bi hinan bidin xwendin, ger piştî xwendinê ji we re got ev berhemeke wergeriyî ye, wê çaxê nexwe werger bi ser neketiye.



*George Orweel-Çewlika Heywanan

Werger:Salih Agir Qoserî

Weş. Lîs, Avrêl 2015



26.04.2015 18:27 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» çewlika heywanan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî