2. Helbesta wî:
Ez û Jiyar / JARO DUHOKÎ
Babo Jiyar
Dayka te û kiçol û Hejar
Mane bi rê ve
Bawer nakem em bibînîn
Ji evro pê ve
Ez nizanim
Caşa girtin
Gurga xwarin
Avê birin
Yan goristana hingaftin
Bes bike girî
Bes bêje min:
Ka dayka min
Ev çend e şîr nedaye min?
Ha çi nema em dê gehîne çiyayê Şirînê
Zom û bayêt feraşînê
Derbeder li wêrê d mişe ne
Paşî şîr nabîtin xem e
Bes bêje min: Babo sar e
Sireka dijwar û har e
Bes bike girî
Ew saçima serê min birrî
Min nakûjit
Devî veke
Xwîna ji serê min dipeşîtin hêdî fir ke
Jê netirse
Eve şîrê spî ye sor bûyî
Çonke babo
Kawdana sor spî kirin
Spî sor kirin.
Babo Jiyar
Hêrişa zilmê hêrişek zor giran e û
Miletê me
Yê bê kes û bê xudan e
Hawar dikem
Mirovnasa kesê ha ji dengê me nîne û
Xema me ya kesê nîne
Hawar hawar
Kê dîtiye
Milletek çend milyon mirov
Li çol û çiya bibine hov
Hawar hawar
Kê dîtiye
Jin û mêr jêk bêne berdan
Bê dadgeh û mela û xudan
Hawar hawar
Kê dîtiye
Zaro bi jehrê xudan bibin
Zerî hêj kiç zikgiran bibin
Hawar hawar
Kê dîtiye
Pistal biryara biçespînin
Mişk pilingan bixendiqînin
Hawar hawar
Kê dîtiye
Zava ji birsê, zava ji tirsê
Nebît zelam
Û jin ji şermê û rûsatiyê
Nebît xanim
Nebît medam
Û Zehakê çerxê bîstê bibît Sedam
Binive babo
Çinyeka nanî me mabû
Ew jî kîfkoyê lê dabû
Binive babo
Ha çi nema
Em dê gehîne sinorî
Û ew heftiya li ser me borî
Nahête ve
Hosa gelo
Jiyar nivist
Binive binive!
Bi kizgiryok çû beheştê
Çîroka wî jî eve bû
Li heştê û heştê
vîdyoyê veke
|