18. ji qelema sîma abxizir nivîseka têrker li ser rewşa niha ya kerkûk tê de;
Ez piştî 7 salan çûm bajarê Kerkûkê lê vê carê bi navê tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ji bona şopandin û romalkirina aloziya ku ji ber şerê çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derketibû, çûm.
Kerkûk ji aliyê xizmetguzariyê ve ne Kerkûka berê bû, ji ber ku rengê cade, bajar û avahiyên wê bi awayekî berbiçav hatibû guhertin û piştî vekişîna hêzên artêşa Iraqê ji ber êrişên DAIŞê, bajar ketibû bin kontrola hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê. Ev jî bibû sedema misogerbûna rewşa ewlehiya Kerkûkê. Lê yak u min weke rojnamevankê li wir dît ewlehiya han tenê di warê serbazî de bû çimkî rikberî û nakokiyên siyasî bi awayekî gurrtir berdewam bû.
Her çiqasî ji ber rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, pêwîstiya kurdan bi yekdengî û yekrêziyê heye ji bona ku hemî deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê vegerînin ser Herêma Kurdistanê ku Kerkûk jî di nav wan de ye. Rewşa niha firsendek baş e û kurd dikarin ji vê yekê sûd werbigirin lê hinek caran dema mirov li daxuyaniyên hinek aliyên serekî yên Herêma Kurdistanê dinêre hîna jî ne tam hevdeng û yek in.
Lê yên ku ji her kesî zêdetir ji kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve nerazî ne û nerazîbûna xwe bi eşkere tînin ziman, turkmanên Kerkûkê ne. Turkmanên Kerkûkê bêguman mîna kêmîneyeke etnîkî yê wê bajarê ji aliyê hêzên derve bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve tên gijkirin. Turkman dibêjin, “pêşmerge nikare me biparêze û em naxwazin pêşmerge me biparêze” û ji vegeriyana Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê jî ditirsin lewma dibêjin, eger Iraq perçe bû divê Kerkûk wek herêmeke xweser bimîne.
Turkmanên Kerkûkê jî dest bi xwerêxistinê kirina çekdarî kirine û komeke çekdarî ya bi navê “Encumena Şoreşgerên Turkmanî” ava kirine. Ev kom, biçûk e lê ji bona ku xwe meizn bike him propagandeya şerîeta îslamî dike him jî siloganên mîna biratiya pêkhateyên Kerkûkê û dijberiya hikûmeta Malikî tînin ziman.
Erebên Kerkûkê jî ku pirraniya wan sunnî ne, vê gavê bêdeng in lê li derveyî Kerkûkê nerazîbûna xwe li hember kontrolkirina bajêr ji aliyê hêzên Pêşmerge ve tînin ziman.
Bi giştî ya ku min ji rewşa niha ya Kerkûkê fêm kir, ev e ku rast e kurd dixwazin “Quds”a wan yan jî “Dilê Kurdsitan”a wan vegere ser welatê wan, helbet ev xewna kurdan heta astekî jî hatiye cîh û madeya 140 a destûra Iraqê hêsantir ji ya kurdan hizra wê dikir hat cîbicîkirin lê bajareke mîna Kerkûkê ku çavên dewletên herêmî, navdewletî bi taybet Amerîka li ser e û navendeke hestiyar e ji bona polîtîkayên Rojhilata Navîn û navdewletî, qet bi hêsanî venagere ser Herêma Kurdistanê û ti carî jî bi rêbazeke serbazî yan bi bûyerên niha venagere û divê çareseriyek siyasî ya herêmî û navdewletî jê re were dîtin.
Belgeyên dîrokî jî têra çareserkirina girêkorka Kerkûkê nakin, tenê ew belgeyên ku îro li pişt deriyên girtî bên îmzekirin dikarin Kekrûkê ji vê rewşê rizgar bikin.
http://rudaw.net/kurmanci/opinion/15062014
|