Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kerkûk] de;

38. kerekî bi navê nîhat li ser medyaya pkkê, dîsa bi argûmantên bêhnpêketî yên wekê neteweya demokratîk û biratiya gelan li dijî wê derketiye ku kerkûk bi kurdistanê ve bê girêdan. kereke din ê bi navê baqî jî ev nivîs li ser hesabê xwe yê twitterê parve kiriye. xwudêjêraziyekî jî li jêr lînka ku baqî parve kiriye, nakokiya pkkê fehş kiriye û gotiye pkk dixwaze reqaya ku hema bêje temamê xelkê wê ereb e bi ''kuzey suriye''yê ve girê bide, lê dema mesele tê ser kerkûkê dibêje divê an bi îraqê ve girêdayî bimîne an jî divê xweser be. Here lînkê
min ji xwe re digo ez êdî têkil van mijarên polîtîk nabim, kî bikute kê ji min re ne xem e, lê dema van ehmeqan dibînim bi xwe nikarim. Here lînkê



14.04.2017 00:08 ~2022.01.13 13:16 | endazer

35. xweziya min bi wan kesên ku wê gava ku bi rêûrismeke fermî alaya rengîn li ser dilê Kurdistanê dihat çikilandin û libakirin amade bûn. bawerim qebra Mele Mistefa wê rojê lê xweştir û firehtir bû.



01.04.2017 22:05 | endazer

27. kurdên başûrê kurdistanê ji ber vî bajarî cara ewil ji hev ketibûn û bi hev ketibûn.. seddam soza otonomiya kurdistanê dabû mele mistefa barzanî û ji bo statûya kerkûkê jî gotibû, nîvî wê di destê otonomiya kurdistanê de be û nîvî wê di destê dewleta îraqê de be, mele mistefa ev yek qebûl nekiribû û gotibû eger ez kerkûkê bidim siba ditirsim ku kurd bên tif bikin tirba min bêjin ka te çima kerkûk firot.. axirê dema ku mele mistefa teklîfa seddam qebûl nake, seddam sala 75ê piştî peymana cezayîrê, dîsa kurdan tê xezebê. kurd li başûrê kurdistanê şikestineke trajîk dixwin, mele mistefa barzanî nexweş dikeve û li amerîkayê di nexweşxaneyekî de emrê xwudê dike, pdk parçe dbe û di serkirdayetiya celal talabanÎ de ynk ava dibe.
heq ew e ku îro her kurdek rahêje tacegulekî û deyne ser gora mele mistefa barzanî.



26.06.2014 16:54 ~2022.01.13 13:15 | endazer

24. di çarçoveya madeya 140. a destûra îraqê, parlemena îraqa federal biryar daye ku mal Û milkên ku di serdema seddam de ji kurd û tirkmenan hatibûne standin û li nav erebên ji derve hatine kerkûkê hatibûne belavkirin, li xweyiyên wan ên eslî bên vegerandin, li gorî nûçeyan nêzikê 900 hezar donim erd dikeve ber vê madeyê û ji vî erdê sedî 90 ya kurdan û sedî 10ê mayî Jî ya tirkmena ye..

donimek teqrîben 1000 metrekare ye, û rûerdê bajêr jî teqrîben 100 hezar kîlometrekare ye..



26.06.2014 13:20 | endazer

21. Here lînkê



24.06.2014 18:36 ~2017.04.14 00:00 | endazer

20. (bnr: esaîbî ehlî heq)



24.06.2014 18:33 | endazer

19. li gorÎ dengûbehsên ji twitter û ajansên başûrê kurdistanê, li jêr çavdêriya ynkê de 5000 milîsên şîe Û 500 pasdarên artêşa îranê li bajêr bicih bûne û li nava bajêr tevî çek û cebilxaneyeke giran show of strength yanÎ rêûrisma nîşandana hêza xwe li dar xistine.
çi qas rast e nizanim lê dibêjin ynk dixwaze li silêmanî û kerkûkê herêmeke otonom ava bike ji xwe re.



22.06.2014 22:05 ~2022.01.13 13:14 | endazer

18. ji qelema sîma abxizir nivîseka têrker li ser rewşa niha ya kerkûk tê de;



Ez piştî 7 salan çûm bajarê Kerkûkê lê vê carê bi navê tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ji bona şopandin û romalkirina aloziya ku ji ber şerê çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derketibû, çûm.



Kerkûk ji aliyê xizmetguzariyê ve ne Kerkûka berê bû, ji ber ku rengê cade, bajar û avahiyên wê bi awayekî berbiçav hatibû guhertin û piştî vekişîna hêzên artêşa Iraqê ji ber êrişên DAIŞê, bajar ketibû bin kontrola hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê. Ev jî bibû sedema misogerbûna rewşa ewlehiya Kerkûkê. Lê yak u min weke rojnamevankê li wir dît ewlehiya han tenê di warê serbazî de bû çimkî rikberî û nakokiyên siyasî bi awayekî gurrtir berdewam bû.



Her çiqasî ji ber rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, pêwîstiya kurdan bi yekdengî û yekrêziyê heye ji bona ku hemî deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê vegerînin ser Herêma Kurdistanê ku Kerkûk jî di nav wan de ye. Rewşa niha firsendek baş e û kurd dikarin ji vê yekê sûd werbigirin lê hinek caran dema mirov li daxuyaniyên hinek aliyên serekî yên Herêma Kurdistanê dinêre hîna jî ne tam hevdeng û yek in.



Lê yên ku ji her kesî zêdetir ji kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve nerazî ne û nerazîbûna xwe bi eşkere tînin ziman, turkmanên Kerkûkê ne. Turkmanên Kerkûkê bêguman mîna kêmîneyeke etnîkî yê wê bajarê ji aliyê hêzên derve bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve tên gijkirin. Turkman dibêjin, “pêşmerge nikare me biparêze û em naxwazin pêşmerge me biparêze” û ji vegeriyana Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê jî ditirsin lewma dibêjin, eger Iraq perçe bû divê Kerkûk wek herêmeke xweser bimîne.



Turkmanên Kerkûkê jî dest bi xwerêxistinê kirina çekdarî kirine û komeke çekdarî ya bi navê “Encumena Şoreşgerên Turkmanî” ava kirine. Ev kom, biçûk e lê ji bona ku xwe meizn bike him propagandeya şerîeta îslamî dike him jî siloganên mîna biratiya pêkhateyên Kerkûkê û dijberiya hikûmeta Malikî tînin ziman.



Erebên Kerkûkê jî ku pirraniya wan sunnî ne, vê gavê bêdeng in lê li derveyî Kerkûkê nerazîbûna xwe li hember kontrolkirina bajêr ji aliyê hêzên Pêşmerge ve tînin ziman.



Bi giştî ya ku min ji rewşa niha ya Kerkûkê fêm kir, ev e ku rast e kurd dixwazin “Quds”a wan yan jî “Dilê Kurdsitan”a wan vegere ser welatê wan, helbet ev xewna kurdan heta astekî jî hatiye cîh û madeya 140 a destûra Iraqê hêsantir ji ya kurdan hizra wê dikir hat cîbicîkirin lê bajareke mîna Kerkûkê ku çavên dewletên herêmî, navdewletî bi taybet Amerîka li ser e û navendeke hestiyar e ji bona polîtîkayên Rojhilata Navîn û navdewletî, qet bi hêsanî venagere ser Herêma Kurdistanê û ti carî jî bi rêbazeke serbazî yan bi bûyerên niha venagere û divê çareseriyek siyasî ya herêmî û navdewletî jê re were dîtin.



Belgeyên dîrokî jî têra çareserkirina girêkorka Kerkûkê nakin, tenê ew belgeyên ku îro li pişt deriyên girtî bên îmzekirin dikarin Kekrûkê ji vê rewşê rizgar bikin.



http://rudaw.net/kurmanci/opinion/15062014



16.06.2014 02:43 | endazer

9. dilê kurdistanê ye û wê her wek dilê kurdistanê bimîne..

duh li ser twîtterê liqayî nûçeyekî hatim generalê ereb ku demekî dema li kerkûkî di nav pêşmerge û hêzên dîcle yên artêşa îraqê de nexweşî derketibû, daxwuyanî dabû û gotibû, eger ji min bê xwestin ez karim bi eskerên xwe di nav çend rojan de kurdistanê cardî bi îraqê girê bidim, piştÎ daÎşê bi ser mûsilê de girt û parêzgeh bi temamî vegirt, baz daye û xwe avêtiye ser bextê pêşmergeyên kurdistanê..

axirê piştî ku eskerên îraqê ji tirsa daîşê bi temamî ji parêzgeha kerkûkê vekişiyane, pêşmergeyên kurdistanê kontrola parêzgehê kiriye di destê xwe de..



12.06.2014 15:19 | endazer

2. xwudê şahid e ku ez hej şerrî nakim. çimkî riya herî xirab ya çareserkirina arîşeyekî ye şerr. lê sîstema dewletê wekê din tu rê li ber me neheliştiye. pêşniyaza ku li ber me danîne ji bo xêr û berjewendiya wan e ku dixwazin kurdan ji kerkûk û deverên din ên kurdistanê derxînin. ev yek nemûmkin e. li ser vê riyê û ji bo vê dozê em tu tiştî ji xwe texsîr nakin û tu carî ji ya xwe nayên xwarê. eger fermana me hemûyan derkeve jî. çimkÎ ez ditirsim ku rojekî kurd werin ser gorra min tif bikinê û bêjin min ''ka te çima kerkûk firote dijmin'' (bnr: mele mistefa barzanî)



19.08.2013 03:08 | endazer

1. li başûrê kurdistanê navê bajar û parêzgehekî ye.. di serdema gotiyan de bajar ava bûye.. û heta niha ji aliyên gelek qewmiyetên wekê moxol û aşûr û tirkmen û ereban ve ji bo cewhera wê ya neftê hatiye vegirtin û dagîrkirin.. di dema seddam de bajar ket ber helmeta terîbê yanî proje û prosesa erebkirdinê û bi ser navê vê helmetê gelek kurdên li kerkûkê ji mal û milkên xwe hatin derxistin û dûr xistin û li şûna wan eşîrên ereban li ser mal û milk û zeviyên kurdan hatin bicihkirin.. sedam bi vê projeyê xwest ku nasname û demografiya şarê kerkûkê ya kurdî û kurdistanî berev erebbûnê ve biguherîne.. piştî ku rejîma beas rûxiya seddam di çala gû de hate girtin û darizandin û daleqandin di sala 2003an de di qanûna esasî ya iraqê de statûya vî bajarî û çend deverên din ên kurdistanî lê derî herêma kurdistanê mayîn bi xem û hêviya madeya 140ê ve hate hiştin.. soran ji vî bajarî re dibêjin kîrkuk jî.. bîrê neftên yên li devera babgurgur yên bi ser vî bajarî ve gelekî meşhûr in..



19.08.2013 03:01 | endazer