98. nivîskarê tirşikê ku di dilê korfêm û nezanan de bûye kul û derd, her wextê ku dikevim tirşikê teqez li ser navê wî rastê mijarekê têm. yanî jixwe kêm zêde mariv tehmîn dike bê ka dîsa kê çi gotiye û dîsa kê ji ber çi peyvên xwe yên kirêt û genî bi awayekî neyartî û bêbextî li wî vereşandiye.. ya rast her çendîn peyamên ne baş binivîsim jî bêhemdî û pirrî caran jî bi hemdê xwe dikenim ji ber ku peyamên nêyînî yên hêşxwaran kêm zêde dişibin hevudu, hem ji aliyê naverokê ve -a rastî bênaverokî- hem jî ji aliyê şêwazê ve.. çi qas ji min tê ez dixwazim objektîv bibim yanî ne ji ber xweşkirina bazarê xwe lê bes ez we bixapînim jî nikarim xwe bixapînim, xwe bixapînim jî bê şik û guman xwedê heye ku nayê xapandinê li ser vê yekê dikarim sond bixwim ku peyamên hêşgirtî û hêşxwaran bi qasî serê pîvazekê jî hêja nîn in (li xwe mikur bêm ku dema dixwînim jî ji bela qedr û qîmeta kurmanciyê ye) lê bi çavekî objektîv û wijdanî lê binêrim û bi pîvanên navnetewî û mîkronetewî bipîvim peyamên ku ev camêr dinivîse û zimanê ku ev camêr bi kar tîne û hevokên ku ev camêr saz dike û diyariya me û hemû kurdan dike, eger mariv bi dilekî paqij û saf û pak bixwîne jixwe pirr baş têdigije ku derd û kul û mebesta wî û azara peyvên wî giş ji bo berfirehkirina asoyan û paqij û diristkirina kurmanciyê ye hemû peyamên wî li aliyekî, yên din ên hêşxwar û mejîzingargirtî li aliyekî.. de vêca jê re pêşniyaziyeke min heye bila xwe pirr neqehirîne lê em çi bikin qedera me her û her ev e weka ku dost çiyayî gotiye; |
|
09.06.2014 22:40 |
ferhenga şikestî
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |