229. bila êdî vegere min bêriya entryên wî û nîqaşên wî yên siyasî kiriye* |
|
01.12.2019 14:34 ~14:35 |
ferhenga şikestî
![]() |
224. di peyameke xwe de gotiye ez ji amedê diherim, lê meraq dikim gelo berê xwe dide kîja bajarî? îşalla ne stenbol an enqere be. an? |
|
27.01.2017 11:27 |
ferhenga şikestî
![]() |
206. bi xêr hatiye lê zêde kêfê nekin, hefteyeke paşê dîsa dê bêhna xwe teng bike û here ji van deran* |
|
21.06.2016 10:19 |
ferhenga şikestî
![]() |
183. devê camêr pirr xira bûye, ne tu hal e bila hay jê hebe* |
|
17.09.2015 23:03 |
ferhenga şikestî
![]() |
143. li zarokê xwe vegeriyaye, bi xêr hatiye* |
|
04.04.2015 11:01 |
ferhenga şikestî
![]() |
136. (bnr: de na loo?) * |
|
19.01.2015 01:27 |
ferhenga şikestî
![]() |
133. bi peyama xwe ya dawîn êşekî xiste li nav dilê min, jixwe van rojan gelek hestdar bûme ji bayê hêrs dibim li ber xwe dikevim, ji welêt dûr im di nava tirkan de gêj bûme dikim ku hêş bixwim, bêriya amedê dikim, hevalên min mîna zarokan trîban diavêjin û hemû ne bes, ev kafir jî lêxist û çû hey çû... |
|
17.01.2015 20:22 |
ferhenga şikestî
![]() |
126. bi xêr vegeriyaye, min hêvî heye ku cardî li van deran neterikîne û neçe |
|
27.12.2014 00:20 |
ferhenga şikestî
![]() |
121. nivîskarê qedîm ê tirşikê ye ku niha bi navekî din dinivîse, lê bes mixabin ji bo navê wî yê nû dilê min germ nebû yanê ez dixwazin endazerê berê were û valahiya xwe dagire |
|
20.12.2014 16:05 |
ferhenga şikestî
![]() |
116. (bnr: çû çû nema tê) |
|
02.11.2014 21:34 |
ferhenga şikestî
![]() |
103. ez qet neçûme cizîrê lê bi saya wî, ez ciziriyê ji amedê baştir dizanim* |
|
03.07.2014 11:21 |
ferhenga şikestî
![]() |
100. nivîskarê ku meraq dikim kîja pirtûkê ji tirşikê xwestiye gelo? |
|
14.06.2014 22:20 |
ferhenga şikestî
![]() |
98. nivîskarê tirşikê ku di dilê korfêm û nezanan de bûye kul û derd, her wextê ku dikevim tirşikê teqez li ser navê wî rastê mijarekê têm. yanî jixwe kêm zêde mariv tehmîn dike bê ka dîsa kê çi gotiye û dîsa kê ji ber çi peyvên xwe yên kirêt û genî bi awayekî neyartî û bêbextî li wî vereşandiye.. ya rast her çendîn peyamên ne baş binivîsim jî bêhemdî û pirrî caran jî bi hemdê xwe dikenim ji ber ku peyamên nêyînî yên hêşxwaran kêm zêde dişibin hevudu, hem ji aliyê naverokê ve -a rastî bênaverokî- hem jî ji aliyê şêwazê ve.. çi qas ji min tê ez dixwazim objektîv bibim yanî ne ji ber xweşkirina bazarê xwe lê bes ez we bixapînim jî nikarim xwe bixapînim, xwe bixapînim jî bê şik û guman xwedê heye ku nayê xapandinê li ser vê yekê dikarim sond bixwim ku peyamên hêşgirtî û hêşxwaran bi qasî serê pîvazekê jî hêja nîn in (li xwe mikur bêm ku dema dixwînim jî ji bela qedr û qîmeta kurmanciyê ye) lê bi çavekî objektîv û wijdanî lê binêrim û bi pîvanên navnetewî û mîkronetewî bipîvim peyamên ku ev camêr dinivîse û zimanê ku ev camêr bi kar tîne û hevokên ku ev camêr saz dike û diyariya me û hemû kurdan dike, eger mariv bi dilekî paqij û saf û pak bixwîne jixwe pirr baş têdigije ku derd û kul û mebesta wî û azara peyvên wî giş ji bo berfirehkirina asoyan û paqij û diristkirina kurmanciyê ye hemû peyamên wî li aliyekî, yên din ên hêşxwar û mejîzingargirtî li aliyekî.. de vêca jê re pêşniyaziyeke min heye bila xwe pirr neqehirîne lê em çi bikin qedera me her û her ev e weka ku dost çiyayî gotiye; |
|
09.06.2014 22:40 |
ferhenga şikestî
![]() |
78. nivîskarê ku henek û tinaza xwe bi megapîksela telefona min kiriye.. gotiye megapîkselok! Efendî Efendî telefona min 13 mp e û full hd vîdeyo dikşîne haya te jê heye?:-) temam qebul dikim profesyonel falan nîn e lê belê di rojên xirab de digihîje hawara min û tiştekî din jî heye ku pirsgirêk ne di telefona min de bû, ew kesê ku wêneyên me girt, nizanîbû bigire lewma yanî:-) |
|
22.04.2014 14:00 |
ferhenga şikestî
![]() |
70. nivîskarê ku min di kovara wêje û rexne de wergera wî xwend lê min çend car ji serî heya dawiyê rûpelekê çar car xwend min dîsa jî fêm nekir:-) min di hundirê xwe de got bi xwedê helal be jê re ez hê nikarim bixwînim lê ew ji îngîlîzî wergerandiye.. bi rastî jî meraq dikim kêngî û çawa hînî îngîlîzî bûye? |
|
06.03.2014 01:36 |
ferhenga şikestî
![]() |
61. nivîskarê ku ji sedî sed jê hêvîdar im ku niha bersivek qerresa û têr û tijî amede dike:-) |
|
15.02.2014 21:34 |
ferhenga şikestî
![]() |
48. nivîskarê ku min vê êvarê di rê de wî dît min silav da lê nebihîst û nedît |
|
31.01.2014 01:17 |
ferhenga şikestî
![]() |
38. ew kesê ku min bi xêra wî ji tirşikê hez kir û yek jî simurg heye |
|
30.11.2013 13:31 |
ferhenga şikestî
![]() |