18. yoz keriye mihan re dibêjin, dibe ku tirkî be.. nizanim..
gilgil di ferhenge de heye..dari ya tirkî ye, di ferhengê de garis gotiye lê garis lazût e ne gilgil e.. peyvek ermenkî ye..
porrik,rişa, pora garisan e
broş, beroş mina quşxane ye,
pitnî pîs û pitnî, ser çav gemar, neşûştî..belkî ji vir tê lê ji wateya pintî ( tima ) ya tirkî cuda ye..
cî nivîn, mitîl nîn e.. mînak: mitîlan bîne ciyan - bi tirkî yatak-rexê ku mevan rakevin..
palîl, ji hev ketî, dema ku revê diçîn lingên xwe li erdê xuş dikin..
şaverdî: pejmûrde, kesên di nav kinc û bergên kevn re dibên, li semsurê navekî eşîrek e, dibe ku bo wan bejin..
similyo bîsmîllah
şanê; înşallah
kuşne;texlîteke riz a bêj e, bo heywanan kom dikin, tirkî burçak dibêjin lê dibe ku ne burçak a tirkî be..
tatê, li gorî çavkaniyeke peyvek ermenkî ye..dema pitik karî li ser piyan bisêkine an hê nû revê diçe dibêjin," tatê gindir gindir gindir tatê..."
taxim, ne herêmî ye..sînorê zeviyan e,
ziman, car caran bo kilîtê ziman dibêjin
sind sindî, meqesen mezin
pişik, bo ezingan minak; du se pişkan bavêje êr ku ar (agir) gur be
çiqin,çiqîn,bi tirkî bohça ye an mîna xurc e.. tûrik û çiqîn ne mîna hev e..
işqîn, aj, zîl, bi tirkî tomurcuk e..
Cixa, işqînên hê venekirî
kirr, kirrik, bo çandinê erde ne baş, mîna axê gilê ye ku çandin nabe, dibe ku bi tirkî kîllî toprak be..
şorik, şorrik, gilêz, lîçik mînak : tim şorrik di dev de..
pişim: zimanî zarokan mişmiş
tap, tappik, eniya rast an dûz e
çolik, toraq
beserek, kesên qelew û direj weke îzbandût re dibên..
kuş, kuşik, bi tirkî sivrî kulak
çîk çirûsk, olim ( bi tirkî alev) ên êr de derdikevin
pêlênan, pêlênok: pêlik, pêpelûkên nerdevanan
atê daye, dayik
anê bi tirkî nene
|