Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 27 peyam
stranên welatê dayika min

stranên welatê dayika min

1. Ji bo neteweyeke bindest a ku ji bo asîmîlasyona wê çi polîtîka an jî tevgerên qîrêj ji destê serdestê wê tê, wê dike, çi divê? Divê wê hay ji ew polîtîkayên ku li dijî wê hatine meşandin û ew tevger-komkujî-zordariyên ku li hember wê hatine pêk anîn, hebe. Ev ê çawa çê bibe? Bi çend awayan dikare, mesela bi çapemeniyê, bi hunerê û hwd. dikare bê bîranîn û di hişê neteweyê de bê hîştin. Bahman Ghobadi ku hunermendekî kurd ê pir hêja ye, ew awaya ku bi hunerê pêk tê hilbijartiye. Bi sînemayê bi awayekî balkêş li ser wan bûyeran sekinîye û ew kirine di hişê temaşevanan de ku nema jê bên derxistin. Fîlma 'Stranên Welatê Dayika Min' jî li ser bûyerên ku ji aliyê dewleta Iraq'ê ango Sedam Husêyn, li ser kurdên başûr, hatine pê, fîlmek pir xweş û balkêş e. Di destpêka fîlmê de temaşevanan dikenîne û her ku fîlm ber bi qedandinê dihere temaşevanan bi girî dike. Lê ev girî ne ew giriya ye ku mirov ji ber ku mirovekî belengaz dibîne, dike.. Ev girî ji bo bêhişiya welatekî û neheqiyên ku ji ber vê bêhişiyê li ser wê tên pê, tê kirin. Ji bo çi bêhişî? Ji ber ku ji nêviyê me kurdan zêdetir nizane bê ka di dîrokê de çi hatiye serê me û aniha çi tê serê me. Welhasilî Kelam, Bahman Ghobadi dixwaze bi van fîlman hişê me bîne serê me..

Mijara fîlmê bi kurtasî wisa ye: Mêrikekî pîr bangekê ji hezkiriya xwe ya kevn distîne û bi du kurên xwe dikeve rê.. Di rê de kometek bûyer tên serê wan, ji ber ku dema şer e, li rastî kometek bandorên şer tên û hwd....

Fîlm ji aliyê teknîk ne pir serkeftî ye lê ji ber ku di îmkanên nebaş de hatiye kişandin, divê em nerin li ser vê mijarê. Dîsa jî digel bêîmkaniyê sehneyên derve xweş kişandiye.

Wekî di her fîlmên Bahman Ghobadî de, di vê fîlmê de jî bi ekserî lîstikvanên amator lîstine. Jixwe bi vî awayî temaşevan zêdetir li ser mijar û bûyeran difikire û wan bêtir rast dibîne.

Di dawiyê de ez dixwazim tiştekî bêjim: Lanet li wan kesên ku binnivîsê amade kirine, bê!! Nêviyê axaftinan wernegerandine.



- - - > http://tinyurl.com/qgrb4ew < - - -



19.05.2014 23:45 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» stranên ciwan haco yên li quncika mayî
» welatê jor
» dayika dayikan
» min gotibû merheba

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî