1. Ji bo neteweyeke bindest a ku ji bo asîmîlasyona wê çi polîtîka an jî tevgerên qîrêj ji destê serdestê wê tê, wê dike, çi divê? Divê wê hay ji ew polîtîkayên ku li dijî wê hatine meşandin û ew tevger-komkujî-zordariyên ku li hember wê hatine pêk anîn, hebe. Ev ê çawa çê bibe? Bi çend awayan dikare, mesela bi çapemeniyê, bi hunerê û hwd. dikare bê bîranîn û di hişê neteweyê de bê hîştin. Bahman Ghobadi ku hunermendekî kurd ê pir hêja ye, ew awaya ku bi hunerê pêk tê hilbijartiye. Bi sînemayê bi awayekî balkêş li ser wan bûyeran sekinîye û ew kirine di hişê temaşevanan de ku nema jê bên derxistin. Fîlma 'Stranên Welatê Dayika Min' jî li ser bûyerên ku ji aliyê dewleta Iraq'ê ango Sedam Husêyn, li ser kurdên başûr, hatine pê, fîlmek pir xweş û balkêş e. Di destpêka fîlmê de temaşevanan dikenîne û her ku fîlm ber bi qedandinê dihere temaşevanan bi girî dike. Lê ev girî ne ew giriya ye ku mirov ji ber ku mirovekî belengaz dibîne, dike.. Ev girî ji bo bêhişiya welatekî û neheqiyên ku ji ber vê bêhişiyê li ser wê tên pê, tê kirin. Ji bo çi bêhişî? Ji ber ku ji nêviyê me kurdan zêdetir nizane bê ka di dîrokê de çi hatiye serê me û aniha çi tê serê me. Welhasilî Kelam, Bahman Ghobadi dixwaze bi van fîlman hişê me bîne serê me.. |
|
19.05.2014 23:45 |
mergehez
|
2. flîmeke behmen qubadî ye. heke hûn dixwazin jiyana rojhilatê kurdistanê bibînin hûn dikarin darî vî flîmî bikin. flîmek xweş e. hem ji aliyê senaryo hem ji aliyê peyama xwe ve. kameraya wê ji xwe kameraya behmen qubadî ye, kurdistan e. |
|
27.06.2014 17:00 |
xendekî
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |