3. hin çavkaniyan da dema niha ya berdest re dema niha ya berbiçav dibêjin..
di pirtûka sadiq bahattîn amedî ya rêzmana kurdî du demên niha hatine destnîşan kirin..li ser mijarê weha hatiye gotin, di zarê kurmancî de demê niho ji layê sixê ( six çi ye?) ve du cor in: dema niha ya berbiçav, dema niha ya neberbiçav
-dema niha ya berbiçav
li pêşiyê cînavka kes koma yekem, dûre -ê ya sixa dema niha berçav a bi serveçuyî, paşê nîşana demê niha -di, paşê jî raya dema niha ya kirin û nîşana kesandinê têt.
mînak
ez ê diçim
tu yê diçî
ew ê diçît
em ê diçin
hûn ê diçin
ew ê diçin*-1
-dema niha ya neberbiçav
ez diçim, tu diçî....hwd
ev dem alikariya daçeka -ê hatiye avakirin, lê belê blau û barak (1999) dibêjin ev daçêk , li derdora mereş, meletî, entabê, di ava kirina dema niha de tim tê bikaranîn. Ew dibêjin ku daçêka -î ji bo navên nêr û daçêka -ê ji bo navên mê , pîştî kirdeyê tên bikaranîn. Hingê divê mîrov vê demê di çarçovaya cudahiyên devokan de binixîne û weke demeke serbixwe nepejirîne.*2
bi herêmî mînakan bidim ku her duyan de dem dema niha ye.. her du jî peresent continous e...
devokî......................nedevokî
az î vadixwim...................ez vedixwim
az ê kitovê dixwînim...........ez kitavê dixwînim
az î kincon dişom..........ez kincan dişom
az ê sevon dixwim.........ez sevan dixwim
az -î/ê sevon dixwim û az sêvon dixwim hemwate ne, daçeka î an ê heye lê çawa demek serbixwe ava dive..bikaranîna daçekan -î û ê demek serbixwe nake.. di her duyan de jî wateya dema niha heye
belqîtyono ku bi salanê mejiya me tevlihev dikin.
jêgirtin; rêziman û rastnivîsa zaravaya kurmancî s.tan
guman 1 î. aydogan
|