2. huseyin muhammadî di pirtûka xwe de simple present tense ya îngîlîzî kiriye dema niha ya kurmancî???
DEMA NIHA
Çemandina / tewandina lêkeran di inglîzî de di dema niha de gelek hêsan e. Li gel cînavên ”I,
you, we, you, they” lêker wek xwe dimînin. Bo nimûne, em ê du lêkeran (“see [sî]: dîtin” û “go
[gow]: çûn”) bidin:
- I see: ez dibînim
- You see: tu dibînî
- We see: em dibînin
- You see: hûn dibînin
- They see: ew dibînin
- I go: ez diçim
- You go: tu diçî
- We go: em diçin
- You go: hûn diçin
- They go: ew diçin.
Tenê li gel cînavên sêyem yên yekhejmar (he, she, it) “-s” li lêkerê zêde dibe:
- He sees [sîz]: ew (mêr) dibîne
- She sees: ew (jin) dibîne
- It sees: ew (heywan, amûr) dibîne
Heke forma sade ya lêkerê bi “-o, -s, -ch, -sh, -x” bi dawî bê, hingê li gel “he, she, it” paşpirtika “-
es” li lêkerê zêde dibe:
- I go (ez diçim) # he/she/it goes (ew diçe)
- You watch (tu temaşe dikî) # he/she/it watches (ew temaşe dike)
- We mix (em têkil/tevlihev dikin) # he/she/it mixes (ew têkil dike)
Heke lêker bi konsonantekê + “y” bi dawî bê, hingê “y” dikeve û “-ies” cihê wê digire:
- I cry [kray] (ez digirîm) # he/she cries [crayz] (ew digirî).
Lê heke peyv bi vokalekê + “y” biqede, hingê “y” naguhere, tenê “s” lê zêde dibe:
- You buy [bay] (tu dikirrî) # he/she buys [bayz] (ew dikirre).
Bi gotineka din, qeyd û bendên wergirtina ”s” yan ”es” û guherînên di rehê peyvê de çêdibin wek yên zêdebûna “s” yan “es” yên pirhejmariya navdêran in
|