Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
ehmedê huseynî

ehmedê huseynî

2. şairê helbestên resen yên kurdî.. çendî li helbestinên xwe de bilikume û bi xefka şehwet û şohreta peyvê bikeve jî li ber dilê min di nav şairên kurd ên sax de kes nikare avê li destan bike.. di helbestên vî camêrî de mûzîkalîteyek ecêb heye ku mirov ji ber vê taybetmendiya helbestên wî ji xwendin û guhdêrîna helbestên wî têr nabe.. di helbestên xwe de peyvên dengvedanê yên ji ber dengê xwezayê hatine çêkirin gelekî bikar tîne.. û bawer im ku bingeha mûzîkalîteya helbesta wî jî ji vê yekê tê.. herwisa wer dixweye ku çawa lê tê welê dinivîse wekê hinek şairên din heta ristekî lê dikin sed ristan jê nabin.. axirê axaftina zêde hewce nake..

fermo ji vir kerem kin ji bo nimûneyeka helbestên ehmedê huseynî:



Dîsa bendergehên xemgîn ên giyanê min,

pêşwaziya pelên kenê te û dilsojiya berbejn

û bazbendaên bejna te dikin.

Dîsa pencereyên şînîgir ên dilê min,

pêşwaziya tîrêjên hetava peyvên te

û serava çolistana zuha ya gazinên te dikin.



Dîsa gulên xewnê rengên xwe ji lêvên te,

bîna xwe ji sêvên te, didizin.



Dîsa zîvên gerdena Zînê,

di şemala gerdena rojçêbûna te de,

di helkehelka raz û nehêniyên dûrbûna te, dirizin.



Dîsa şewatên ferhenga bîra min,

“serxet” û tirsegavên bêrîkirina dapîra min,

sertaca Amûdê ji bo rondikên xatirxwestinê hildibijêrin.



Dîsa bendên axê, bîna rihana destê te

û pirtûka êşa stêrkên sînga te,

çîroka aferîdeyên ji tozê,

ji miriyên xoşewîst re dibêjin.



Dîsa hineya porê te,

di asoyên sersomiya min de,

sawa şevistanê ji bîr dike.



Dîsa bişkojên bişirîna te;

Ji nişkê ve nermebarana nêrîna te,

Paytexta seferê pîr dike.



Dîsa wek dara hinarê ya ji westana dayika min,

li xuşîna rûpelên zimanê te digerim.



Dîsa wek çûkên destê sibê,

li ser şaxên metirsiya te,

di bêhûdeyiya navê xwe de , radiperim.



Dîsa zingîna zencîran pêşkêşî sermageriya tozê dikim.



Dîsa leşkerên pêxêra dîroka te radestî xencera dozê dikim.



Dîsa xweliya dengên xwe û bêzariya rengên xwe

û giryana cengên xwe li ber lingên te radixînim.



Dîsa çira hevdîtina mişextên mirî,

bi dudiliya duryan û bi kêlikên velerzînê,

bi nehwirînê, dişikînim.



Dîsa di kavilên xwîna xwe ya windayî de

di wêrana birîna xwe ya rizyayî de

di dûmana axîna xwe ya serberdayî de

qebqeba kewên te, desthilata dewê te,

êşa berboriya te dikişînim.



Dîsa pişta xwe didim dilovaniya ava te

û berê xwe didim reştava te

û bîranînên reşekonan bi melhêbên girî didêrim.



Dîsa wek çavkaniyeke kûvî,

ji keservedana te der diçim

û zeviyên matmayîna te de,

di sirûdên zayîna te de, diçêrim.



14.07.2013 16:56 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» ehmedê hapo

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî