Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 23 peyam
bîranînên seyr ên nivîskarên tirşikê yên derheqê meha remezanê de

bîranînên seyr ên nivîskarên tirşikê yên derheqê meha remezanê de

1. hê ez zarok 7-8 salî tê heme yan nîn im.. axirê bi kotek û sed bela maliyan hêliştiye ku ez jî bi wan re rabim paşîvê û rojî bigirim.. rojekî bi xuşka xwe re ez çûm mala metka xwe.. metka min jî ji bo meha remezanê paste û kulîçe çêdikirin.. axirê piştî ku paste ji firnê derketin anîn danîn ber min lê min got ez jî rojî me ji ber hindê ez naxwim.. wê rojê di wê malê de çend kes hebe hat li ber min geriya û got tu zeîfbeden î tu nikarî rojî bigirî ji van kulîçeyan çend liban bixwe.. welhasil kirin û nekirin ez ji ya xwe nehatim xwar û min devê xwe li kulîçeyan neda.. bû çaxê êvarê ji seeta fitarê re hema bêje seetek filan mabû me xwe kar kir ku em vegerin malê.. metka min poşêtek tijî kulîçe kir û da me ji bo fitarê.. axirê em ketin ser rê û serderî malê bûn.. dema ku em gihiştîn malê ji fitarê re 10 deqeyek mabû yan nemabû.. nizanim ji ber çi hema cihde min devê poşêtê kulîçeyan vekir û yek jê avêt devê xwe li ber çavên maliyan.. tabî piştî hingî rojî li min qedexe kirin..

min jî bi wê zeîfbedeniya xwe 3 rojan ser hev bêyî paşîv rojî girt.. dawiyê dîtin ku ez ê ji nêzan bimirim û nikarin çar ji min bikin ez dîsan rakirim paşîvê..*



09.07.2013 15:59 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên tirşikvanan yên ku ji bîra wan naçin
» seyretmek
» êntropî
» nivîskarên ku her pirtûkeke xwe li weşanxaneyekê çap dikin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» yên ku telefona xwe di destê xwe de digerînin
» meha adarê û pisîng
» remezanê silopi

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî