Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 28 peyam
nûbihara biçûkan

nûbihara biçûkan

1. Nûbehara Biçûkan/Ehmedê Xanî

di sala 1683an de menzûmkî hatiye amadekirin. Berhem ji destpêkek, 13 beşên bi navên “qit’e” û li gorî nusxeyên jihevcuda kêm-zêde ji 220 malikan pêk tê. Destpêk, beşa yekem û beşa dawîn li gor rêzbendiya “mesnewî”yê (aa-bb-cc-…); yazdeh beşên din jî li gorî sîstema “xezel”ê hatine qafiyekirin. Xanî di vê berhemê de bi tevayî ji 19 pêlawaz(behr)ên sîstema kêş (wezn)a ‘erûzê 7 pêlawazên ku munasibê helbesta kurdî ya klasîk in bi kar anîne ku ew jî ev in: Recez-hezec-remel-mudari’-besît-serî’-muteqarib. Malikên destpêkê û yên beşa yekemîn bi tevayî kurdî ne. Qismê ferhengê ku bêje û termên ‘erebî û kurdî tê de hatine rêzkirin û pêşberkirin ji qismê duyemîn dest pê dike. Bêje û têrmên ferhengê çawa ku wekî ‘erebî-kurdî hatine rêzkirin, wekî kurdî-‘erebî jî hatine rêzkirin. Ji ber vê berhem herçiqas ‘erebî-kurdî tê hesibandin, ewqas kurdî-‘erebî jî ye. Lê di îfadekirin û bihevxistina bêje û têrman de zimanê vegotinê kurdî ye. Bi vî awayî, ji bilî bêjeyên kurdî yên ku bi yên ‘erebî re hatine pêşberkirin gelek bêje û îlaweyên kurdî yên bi serê xwe jî derketine holê. Hinek ji pêkerên ku vê berhema ku Xanî dibêje min ew “ji bo zarokê kurmancan” çêkiriye digerînin girîng ev in:

- Bi giştî yekemîn ferhenga kurdî ye. Bi vî awayî ferhengnivîsiya kurdî bi ferhengek menzûm a hînkerî/dîdaktîk dest pê kiriye.

- Ev ferheng ji dema Xanî û pê ve di medreseyên kurdan de wekî kitêba dersê hatiye xwendin û jiberkirin. Bi vî awayî, mengî û amanca şa’irê me ku zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdehî, bi saya vê ferhengê qismî be jî hatiye cî.

- Bêjeyên ku di malikên vê behremê de wekî ‘erebî-kurdî yan jî kurdî-‘erebî hatine pêşberkirin ne bi awayekî rasthatî û bêrêbaz, belkî li gorî têfikirbîna hinek mijarên diyarkirî hatine hilbijartin. Xanî di çarçoveya vê têfikirbûn û hilbijartinê de di tespîtkirina mijaran û girtina wan a dest de rêbazên “ji nêz ber bi dûr ve”; “ji tiştên hêsan ber bi tiştên zor ve”; “ji tiştên ku tên zanîn ber bi tiştên ku nayên zanîn ve” û “ji tevahî ber bi perçeyan ve” bi awayekî serkeftî sepandiye û bergehek pedagojîk pêşan daye.



12.11.2013 15:59 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [3]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nûbihara biçûkan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî