10. He ve bû çend mehe ku ez vejeteryan im. Ewil mîna bi awayek dûrê wijdanê serjêkirina heywîn ji min re bû derd (çi ji pirtûk û belegfilman min dît çi jî tiştinên min çû li mezbexaneyan bi çavê serê xwe dîtin û çi jî li mal hema me ji lingek karikê girt û avêt giliya darekê û li gel karekar û warewar û zarezara vê rebena han serjêkir) û mawayek dirêj li ser vê tevgerê fikirîm. Min ji kîjan aliyê bigirta bi dest min ve dihat, dilê min ne di cih de bû. Baş bû, gava gişt bi awayek hazir dihat pêşberî min hema helahop min daduqurtand lê dema rastî dihat bîra min, min hewcehî bi jiyanek dîtir hîs dikir. Li gel ku çendî caran min vejeteryanî ceriband hemberî bertekên derdorê hew min debar kir û ne ji bo xwe lê ji bo wan min dîsa dest bi xwarina goşt kir (niha ez qebûl dikim ev jî ji be lawaziya îradeya min bû). Dem û dewran derbas bû, dîsa ev hesta han li min tîr bû min li dor xwe nihêrt ez bi serê xwe dijîm, ew bertekên min ji vê biryarê dagerîne nemane û ez fikirîm ez ji malbatek kesîb û feqîr têm, hema goştê mirîşka jî ji bo me nîmetek mezin bû. Ji ber nebûna goşt, pirbûna xwarinên ji giha û beqliyatan li ba me dê minê zêde zor nedîta. Min ev jî rêkûpêk kir şûn de sibehekê rabûm û min hênaseyek kûr kişand şûnde min got ew roj ev roj e heyran, ez vejeteryan im êdî! |
|
11.04.2023 21:11 ~21:13 |
rizgarm
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |