1. Tişta ku van rojan hîs dikim. |
|
10.05.2018 19:52 |
gulêê
![]() |
2. Çûyîneke ne baş e! Divê mirov zanibê go j'bo tendûristiyê goşt(tiştên ji ajalan) û nebat pevre lazim in. |
|
11.05.2018 01:43 |
gumgumok
![]() |
3. sala ewil ku ez hatibûm zanîngehê li malê cara ewil bû ku min destê xwe dabû goştekî. li ser goşt xwîn tunebû lê dîsa jî dilê min li hev ketibû. lê meriv hîn dibe ez jî hîn bûm. aniha goştê bixwîn jî bidî ber min dilê min li hev nakeve. |
|
11.05.2018 14:55 |
sloujouc
![]() |
4. Ji wî jî wêde ber bi estî kojtinêve diçe xwedê dawiya we bixêr bike * wan mirovxura îmana milletê çikandine xwedê bela wan dide wan |
|
11.05.2018 20:49 |
telebê hz mêdî
![]() |
5. dema meriv ferq dike ku ew tiştê her kes jê re dibê "goşt" û bi coşî dixe devê xwe laşê/bedena giyandereka din e, ew jî wekî mirovan zindî ye, dixwaze bijî êdî pêvajoya vejetaryenbûnê/giyaxuriyê dest pê kiriye. Xêr û bimbarek bê! |
|
12.05.2018 02:03 |
jifêzagorda
![]() |
6. dema mirov ji hebûna goşt, şîr û penîrên çêkirî hay dibe, û dibîne ku tahma wan bi awayekî balkêş weke goştê ye, weke penîrê ye, vê çaxê mirov dibêje, "haaaa, willeh ez nizanibûm endustriya xwarinê çiqas pêş ve çûyiye" û mirov hêdî hêdî ber bi vejetaryênbûnê ve diçe. |
|
12.05.2018 12:13 ~12:19 |
mirovekirind
![]() |
7. Di nava Kurdan de zêde nayên dîtin lê Van salên dawiyê de bûye mode, li Tirkiyê de meriv Ji ber zêdebûna fiyetên goşt jixweber ber bi vejetaryenbûnê ve diçe, tiştekî ne zehmet e... |
|
12.05.2018 23:47 |
mîr
![]() |
8. Carinan dilê min jî ji goşt dixelehê. |
|
13.05.2018 01:17 |
gumgumok
![]() |
9. pêvajoyek wijdanî ye. |
|
13.05.2018 09:29 ~09:29 |
simurg56
![]() |
10. He ve bû çend mehe ku ez vejeteryan im. Ewil mîna bi awayek dûrê wijdanê serjêkirina heywîn ji min re bû derd (çi ji pirtûk û belegfilman min dît çi jî tiştinên min çû li mezbexaneyan bi çavê serê xwe dîtin û çi jî li mal hema me ji lingek karikê girt û avêt giliya darekê û li gel karekar û warewar û zarezara vê rebena han serjêkir) û mawayek dirêj li ser vê tevgerê fikirîm. Min ji kîjan aliyê bigirta bi dest min ve dihat, dilê min ne di cih de bû. Baş bû, gava gişt bi awayek hazir dihat pêşberî min hema helahop min daduqurtand lê dema rastî dihat bîra min, min hewcehî bi jiyanek dîtir hîs dikir. Li gel ku çendî caran min vejeteryanî ceriband hemberî bertekên derdorê hew min debar kir û ne ji bo xwe lê ji bo wan min dîsa dest bi xwarina goşt kir (niha ez qebûl dikim ev jî ji be lawaziya îradeya min bû). Dem û dewran derbas bû, dîsa ev hesta han li min tîr bû min li dor xwe nihêrt ez bi serê xwe dijîm, ew bertekên min ji vê biryarê dagerîne nemane û ez fikirîm ez ji malbatek kesîb û feqîr têm, hema goştê mirîşka jî ji bo me nîmetek mezin bû. Ji ber nebûna goşt, pirbûna xwarinên ji giha û beqliyatan li ba me dê minê zêde zor nedîta. Min ev jî rêkûpêk kir şûn de sibehekê rabûm û min hênaseyek kûr kişand şûnde min got ew roj ev roj e heyran, ez vejeteryan im êdî! |
|
11.04.2023 21:11 ~21:13 |
rizgarm
![]() |
![]() |
çîyayên hîndûkuj [1] |
![]() |
serdestkirina çandeke li ber mirinê çawa pêkan e?? [1] |
![]() |
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [1] |
![]() |
mirin [1] |
![]() |
christopher nolan [1] |