Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
peau noire, masques blancs

peau noire, masques blancs

1. Fanon di "çermên reş, maskeyên spî" de çîroka me ji me re dinehwirîne. Lê ne bi serhildaniyek tund ne jî bi giriyek dilsotîner. Mîna hebûnek xwerû hemû rastiya me li pêşberî çavê me radixe. Ku em qebûl bikin jî nekin jî ewê wer li ber çavê me be. Lê her rastiyê wisa tûj û mezinin ku ne qebûlkirina wan ne neqebûlkirina wan hêsan û pêkan e. Di her peyv û hevokê de ez û der û dora min, neteweya min, yanê bi kurtasî reşikên me yên ku li maskeyên spî digerin hate ber çavê min.

Pirtûk weke tezekê ji bo lîsansa bilind hatiye nivîsîn. Lê ev berhema qedirbilind qebûl nekirine. Piştî wê mîna pirtûk hatiye çap kirin û li gelek zimanan gelek caran hatiye çap kirin.

Nivîskar bi şarezatî û zanetî pirtûk bi berawirdkirina qîmeta zimanê serdest û bindestan dide dest pê kirin. Û rewşa jina reşik li hember mêrê spî (ku mîna diyariyek tê dîtin) çiye, rewşa mêrê reşik li hember jina spî (ev têkiliya gelek caran ne pêkane) çiye, nêrînên li ser merivên reşik çiye, derûniya merivên bindest çiye û psîkopatolojiya reşikan raberî me dike. Meriv bi rastî fikrên hevpar yên derheqa bindestan (ku bindest çawa û ji bo çi bindestin qet ferq nake) de şaş dimîne. Hemû jiyana meriv de bûyerên heman reng bi hûrgulî derbas dibe ji ber çavan.

Ne pir dûr, ez mîna xortek ji gotin û ramanên fanon mînakan tînim bîra xwe:
Dema zaroktiya me de ji bo betlaneyan zarokên metika min ji bajêr dihatin gund. Ango ji stembolê meriv û xizmên me dihatin. Me bi kurdiyek bê qîmet qise dikir û wan jî bi tirkiyek bêpayan ji qatên jor bi me re qise dikirin. Ez baş dizanim wan ji ber ku kurdî nizanîbû qet nerehetiyek hîs nedikir. Lê ez ji ber ku tirkî nizanibûm gelek aciz dibûm û min xwe mîna bêzimanan hîs dikir. Min hewl dida ez bi tirkiyek baş an xerab qise bikim lê ew ji tirkiya xwe danediketin jêr. Ji malbata me jî tenê yên bajar dîtibûn tirkî zanîbûn. dema bi van mêvanên me re tirkî qise dikirin me digot qey qur'ana pîroz dixwînin. Dema yê malbatê weha tirkî qise dikirin di çavê me de mezin dibûn. Mezinbûna wana di çavên me de ne ji ber zanebûna du zimanan bû, ji ber ku bi tirkî zanibûn! Heta meseleyek me heye li ser vê mijarê. Beriya meselê efûkirina xwe ji we dixwazim û heşayê cimhatê*

rojek ji rojan ji erxenî metika me û ji amedê amojina me tê gund. Kurê metika min bê edebiya dike û ji amojina min re bi tirkî dibêje "tu gûyê min bixwî". keça apê min dibêje "ê amojinê ma ew ji erxenî hatiye, bajariye bixwe ma çi bûye" amojinê hew debar dike û dibêje "ma qurban tew ez ji amedê hatime, heke pir xweş e tu û ew tev yê min bixwin"***

Xwe biçûkdîtin, kêmdîtin di zarokatiyê de ketiye binhişê me û mixabin ji bo paqijikirana wê jî gelek wext û xebat divê. Heta zehmetiya me dibe du qat û sê qat. Ji ber ku em bi wan zarokên bajarî û malbata xwe jî divê bide zanîn ku zimanê me ne kêmî tu zimana ye!



30.04.2021 16:29 ~16:36 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» peau noire, masques blancs

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî