30. Îro, 25 mijdara 2020an
Bûyer
1667 – Li Kafkasyayê erdhejek pêk hat. Bajarê Şemaxî xera bû û nêzîkê 80.000 mirovî jiyana xwe ji dest da.
1703 – Bagera herî mezin a tomarkirî ya başûrê Brîtanyayê pêk hat. Di encamê de 9.000 mirov mirin.
1759 – Li Deryaya Navîn erdhejek pêk hat. Di encamê de ziyana mezin giha Bêrût û Şamê. Herwiha di navbera 30.000-40.000î de mirov mirin.
1936 – Almanya û Japonya, li dijî rejîma Bolşevîk peymana yekbûnê girêdan.
1960 – Xwişkên bi navên Minerva, Maria Teresa û Patria Mirabel ku wekî perperok jî tên bîr anîn, hatin qetilkirin. Her sê li Komara Domînîkê li dijî dîktatoriya Trujillo li ber xwe dabûn.
1973 – Li Yewnanistanê darbeya leşkerî pêk hat.
1975 – Sûrînam, bû welatekî serbixwe.
1992 -Parlemena federal a Çekoslovakyayê bi dengdanê biryar da ku welat di 1ê kanûna paşîn a 1993an de weke Komara Çekî û Slovakya bibin du dewlet.
1999 – Dadgeha bilind a cezayê ya nehê ya tirk, cezaya mirinê ya li ser rêberê PKK Abdullah Öcalan pejirand.
2000 – Li Azerbaycanê Bakuyê erdhejeke bi mezinahiya 7 a li gorî pîvana Richter pêk hat. Di encamê de 26 kes mirin.
Mirin
1950 – Johannes V. Jensen, nivîskarê xwediyê Xelata Nobelê
1999 – Didier Anzieu, psîkoanalîstê fransî
|