Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
kildanî

kildanî

1. tê sê maneyan:

1. di dema aşûriyan de (berî zayînê) navê wê eşîrê ye ku ji keldanê bûne û desthilatdariya babîlê filan bi dest xistine. û piştre ji holê rabûne û ketine cihê xwe yê dîrokê.
2. di 1552/3yan de hinin nestûrî, dev ji mezhebên xwe yên nestûriyê berdidin û dibin katolîk. li amedê dêra xwe ava dikin. îja bi ya dêra katolîk ev nestûrî heretîk/rêşaş in, ji bo ku navê katolîkên rasterê yên nû bi navê rêşaşan tevlihev nebe, navê kildanî dane wan. yanî ti têkiliya şopîner û bawermendên dêra katolîk a kildanî bi babiliyan filan tune ye.
3. hin navên katolîkên hindistanê, ji ber ku daweta xiristiyanî ji aliyê patrîkiyên dêra kildaniyan hatiye kirin, yên ku baweriya xwe bi xiristiyaniyê anîne ev nav bi kar tînin lê ji aliyê etnîkî ve ti eleqaya wan bi "aramî"yên iraq û derûdora wan tune ye.

suryanî, nestûrî/aşûrî û kildanî hemû aramî ne. (mîna ku kurmanc, soran û zaza kurd in). lê giraniya baweriyên wan pir e, heta niha ji aliyê neteweyiyê ve navek hevpar nehatiye hilbijartin. hinin ji xwe re dibêjin aramî, hinin jî kildo-suryanî dibêjin. hinin xwe bi aşûriyên berî zayînê re têkildar dike. piçekî tevlihev e. lê tiştekî heqîqet e, ev e: hemû devok û zaravayên van şopînerên dêran dipeyivin, zimanê aramî ne ku îsa pêxember jî bi devok/zaravayeke wê peyivîbû û încîl jî berî yewnaniyê pê hatiye nivîsîn.

niha nifûsa kildaniyan li iraqê ji ya dêrên din pirtir e. di tevahiya dinyayê de dibêjin qasî mîlyonek kes hene. qanûna iraqê civata kildanî û suryanî neteweyên jev cihê dihesibîne û neteweperestên kildanî dixwazin bila ev bê guhertin û wekî mileteke werin naskirin. kildanî parêzgeha nînewaya iraqê (wîkiya îngilîzî dibêje bi kurdî neynewa ye lê nizanim) wekî navenda welatê xwe dihesibînin. belê, sînorên nînewayê û axên herêma kurdistanê dikevin ser hevûdin. a bi xêr. Here lînkê



08.11.2020 15:37 ~15:42 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» kildanî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî