Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 23 peyam
ol

ol

18. Bawerî an go îtîqada ku bo gelên paşdemayî pêwîst e. Ji ber ku ev gelan ehlaqê ji parçeyek olê dibînin û bo olê hindekî bi xwe digrin bo tiştên nedîtî mekin. Lewra gelê me jî tê de hemû gelên oldar û paşdemayî bêoliyê weke bêûjdanî û bêehlaqiyê dibînin. Heya ku meseleyek weha heye, dibên yeke bisilman diçe cem bavfileyek û dibêje " file anha tu file yî ne usa? " camêr jî dibêje " belê " evî bisilmanî jê re dibê " diya te ket ber te *****, xweha te ket ber te **** ma tê ji filetiyê wirde bi kude herî?! "

Mixabin ev gotin dê weke quretiyê be lê ol bo gelên weha lazim e. Ev kes hemû jiyana xwe li gorî ol dirust kirine. Loma jî jiyaneke bêol nikarin bihizirin. Ji ber hindê nizanin bê ol dê çawa bijîn. Dema şek û gûman dikeve baweriya wan an ji ol dikerixin yekser berê xwe didin tiştên nebaş û xerab. Weke mînak hevalekî minî bisilman hebû lê zêde ne oldar bû. Nimêja xwe dikir û rojiya xwe digirt. Carekî em li ser ol axivîn û min çend mijara vekir û pirsên di serê xwe de jê re got. Wî jî go min qet bi vî awayî nehizirî bû. Paşê min nihêrt gûman kete dilê wî. Piştî çendakî dev ji nimêjê berda. Min dî rojekî hat cem min go te min ji dîn derxist. Ez nikarim nimêja xwe filan bikim. Piştî çend rojên din hat go ez êdî ji olan filan bawer nakim. Min dî îja dest bi henekê li ser ola kir. Paşê hindek hizirî vêca dest bi teklîfên bêehlaqî kir. Car dibêje were em diziyê bikin, car dibê were em herin kerxanê, car dibê were em herin araqê vexwin. Madem xwuda tune çi ji destê me hat em bikin. Min go vêga ev ji destê te tên? Van tiştên ku te jimart ne ji ber tirsa olan an dojehê nakim, ji ber ûjdanê min qebûl nake ez nakim. Lê ya rast dema min van tevgerên wî dît min go ol bo kesên weha baş e. Lewra min di çavên wî de potansiyela xwarina her gûyî dît e.

Nîşe: carek din berî ku ez ji yekî re behsa olan bikim ezê hinekî li rewşa wî binehêrim. Bixwudê ez tirsiyam law. Min go vêga ewê viya bêje guneh tuneye û bazde ser min jî law!



04.08.2020 00:07 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
bêrîtan [2]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
tirşik forûm [1]
tirşik forûm/145122 nişanyan werê dibêje: https://www.nisanyanadlar.com/isim/Berit...
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî