14. 28 hezîrana 2020a
1895 – el salvador, honduras û nîkaragûa, Komara Mezintir yê Amerîkaya Navîn (greater republic of central america) ava kirin.
1914 – Arşdûka Awistriyayê franz ferdinand û jinê wî sophia ji alî nîjadperestek sirb yê bi navê gavrilo princip ve hate kuştin. Ev bûyer ji Şerê Cîhanî ya Yekem re bû sedem.
1919 – Di dawiya Şerê Cîhanî ya Yekem de di navbera Dewletên Mittefîq û Almanyayê de peymana aştiyê ya versayê hate îmzekirin.
1936 – Japonya, li bakurê Çînê bi navê Mengjiangê dewletekî kukla ava kir.
1942 – Şerê Cîhanê yê Duyemîn: Almanyaya Nazî li dijî Yekîtiya Sovyetan bi nasnavê Case Blue dest bi êrîşek havînê yê stratejîk kir.
1950 – Şerê Koreyê: Bajarê Sêûlê ku aniha li Korêya Başûr dimîne ji aliyê qewetên Korêya Bakur ve hate bidestxistin.
1950 – Şerê Koreyê: Tê îdiakirin ku di navbera 100,000 û 200,000 sempatîzanên komunîst yên gumanbar di Komkujiya Bodo Leagueyê de hatine qetilkirin.
1964 – malcolm x, Rêxisitina Yekîtiya Afro-Amerîkiyan ava kir.
2000 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, qerar da ambargoya ku li dijî Kubayê danîbû û 41 sal dewam dabû kirin nerm bike.
2006 – montenegro wekî endamê 192. ji Neteweyên Yekbûyî re hate qebûlkirin.
2011 – Google projeyê xwe ya nû yê torên civakî a bi navê Google+'ê îlan kir.
Jidayîkbûn
1712 – jean-jacques rousseau, fîlosof, nivîskar, awazvan û têorîstek siyasî yê swîsreyî-frenseyî
1867 – luigi pirandello, helbestvan, şanonivîs, nivîskarê îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
1906 – maria goeppert-mayer, fîzîknasa alman-amerîkayî, xwediyê Xelata Nobelê
1940 – muhammad yunus, aborîzanê bangladeşî, xwediyê Xelata Nobelê
1943 – klaus von klitzing, fîzîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
1836 – james madison, siyasetmedarê amerîkî, Serokdewletê Çarem yê Amerîkayê
1914 – franz ferdinand, mîrê împaratoriya Nemsa - Macaristanê
1942 – yanka kupala, dramatîker, weşanger, wergêr û helbestvanê neteweyî yê Belarûsê
2007 – orhan dogan, siyasetmedar, dadnas û parlamenterê kurd.
çavkanî:Wîkîpedîa
|