3. Berê me gelek mirîşk xweyî dikir. Nêzî sih hevî hebû . Min navek li her yekî kiribû. Binevş, popê,sorê,reşê, gêjê, zîrek,kewê... îcar hin caran sînorên ku me ji wan re kifş kiribû(diya min bi têlên hesinî û bi çikilên daran ew belengazanan dorpêç kiribûn) derbas dibûn. Min şivek hildida û dida dû wan. Him min kişekişê wan dikir him jî ev strana bi deng distra. Mirîşk jî bêhtir dîn û har dibûn. Rewşeke seyr bû. Hê jî hez vê stranê dikim |
|
09.11.2019 13:48 ~13:50 |
fatoş xanim
|
navdarên başûrê amerîkayê yên ku bi eslê xwe ji rojhilata navîn çûne wir [1] |
|
biwêjên kurdî yên di tirkî de jî hene [1] |
|
python [4] |
|
reels [3] |
|
nowadays [3] |