Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 17 peyam
zayenperestî

zayenperestî

2. Hişmendîya ku zayendekî li hemberî yên din girîngtir, baştîr, serdestir dibîne ye. Wekî mînak di jiyana rojane de bi awayekî sergirtî an jî gelek caran eşkere mêrbûn ji ser jinbûnê re tê dîtin bi wekî wê heterobûn ji ser homobûnê re tê dîtin heya ku heterobûn bi wekî "normal/sirûştî" lê homobûn bi wekî "ecêw/sosret" tê dîtin. Û hemû gilî gotin, pênase, kirinên ji vê hişmendiyê der didin jî bi wekî zayendperestî tê binavkirin.
- Zayendperestî bi tenê aliyê kesên zayenda wan mêr ve nayêkirin. Her gotin û kirina her kesê vê hişmendiyê der dide zayendperest e.
- Laşê jinan bi aliyê çanda mêrane ve bi wekî tişt/heyber hatiye pênasekirin û bi armanca firotina gelek tiştên din ve hatiye bi karananîn lewma jî di derheqa parçekî laşê jinan de bêkêr bêker xeberdan "îlla ne zayenperestî be jî" hîîîîç ne sempatîk e.
- heke hûn mijarên bi wekî "keçên ermenîyan", "keçên welatên herî bedew", "jinan niza'm çi guyî memikên xwe didin" ve dikin hûn jî dîsa jinan ji nav contextên girêdayî beden, jinbûn hwdê de tînin ziman û hîç hewceya van nîn e.
- dema hûn nifir nûçikan yekî dikin û yekser ji devê we "quzê niza'm kê" deridkeve ev rasterast zayenperestî ye. Ji ber ku çanda mêrane ya destdirêjîyê laş û zaynditîya jinan bi wekî kêmasî, qusur dibîne û wisa bi kar tîne.
Bi kurt û kurmancî ji nav jiyana rojane de mixabin hezar cureyên zayendperestîyê henin lê dema ku meriv dixwaze binvîse her mijar yeke din ve dike, bi hêrsana destên min diricifin û nikarim bêtirîn rave bikim.

Nîşe: Belê femînizm li hemberî zayenperestiyê ditêkoşe lê bes ev e. Zayenperestî bi tenê mijareke femînîzmê ye, lê femînizm îdeolojîyeke berfireh e.



13.04.2018 03:49 ~03:51 | jifêzagorda

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
bêrîtan [2]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
tirşik forûm [1]
tirşik forûm/145122 nişanyan werê dibêje: https://www.nisanyanadlar.com/isim/Berit...
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
belki ev jî bala te bikişînin
» zayenperestî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî