1. -ji ber ku em bindest in, |
|
10.02.2014 23:32 |
zero
|
2. pirsa ku bi madeyên ku li jor hatine rêzkirin, bi hêsanî dikare were bersivandin. |
|
10.02.2014 23:37 |
simurg56
|
3. ehmedê xanî berî sêsed çarsed salan gotiye, lê kurd nizanim ne ji ber nezaniyê, an ji ber ehmeqiyê fêhm nakin.. heta ku pul û sîkkeya dewlet û desthilatdariyê li tiştekî nekeve, ew tişt bi qedr û qîmet nabe.. ew tişt naçe, bazar û piyaseya wê tiştê çênabe, mêş jî xwe nadin dor wê tiştê.. |
|
11.02.2014 00:08 |
endazer
|
4. pirsa ku dê di pêşerojê de neyê pirsîn |
|
11.02.2014 00:21 |
berxweda
|
5. pirsa wextê têra xwe hate pirsîn wê wateya wê nemîne ye, lê ne bi heman kesan ve helbet. |
|
11.02.2014 00:33 |
azadixwaz
|
6. pirseke ku bersiva wê, di heman demê de bersiva pirsa "tirşik çima hê têra xwe geş nabe" ye. |
|
18.11.2014 13:19 |
nazim tolhildan
|
7. Di baweriya min de bi sistbûna kurdan ve girêdayî ye, ger ku hemû şaredariyên kurdan ji her pirtûkek yek bikiriya dê gelek tişt bihata derbaskirim. |
|
16.02.2015 19:17 |
xewnname
|
8. Divê meriv vêya jî ji bîr neke ku ka çend xwînerên kurdî heye ku piyase geş bibe, de ka bila kes bixwînin bira geş bibe. |
|
16.02.2015 19:19 |
xewnname
|
9. A ku sedemên wê pirin û piranî jî ji ber kêm-xwendin û taybetî jî bi kurdî kêm-xwendina kurdan e. |
|
16.02.2015 20:53 |
azadixwaz
|
10. (bnr: gelo çima li çolê kulîlk venabin) |
|
16.02.2015 23:12 |
ceso
|
11. pirsgirêka arz - daxwazî ye. |
|
16.02.2015 23:33 |
endazyar
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |