Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tiştên ku ji bo kurdî bibe zimanê zikak û bazarê divê bên kirin
peyamên çepikkirî

144928. Ji bo piraniya kurdan zimanê kurdî tenê di nav malbatê de tê axaftin. Li gelek deveran dema kurdek li kuçeyê kurdekî din ku ne xizmê wî ye rast tê, jixweber dest bi axaftina tirkî dike. Kurd tenê bi malbatên xwe re bi Kurdî diaxivin. Ew tişt nahêle ku Kurdî bibe zimanê bazaran. Ji bo guhertina vê rewşê divê çi bê kirin?

Mînak koma bi navê platforma ciwanên serbixwe dest bi kampanyaya bi navê banga kurdî kir. Armanca wan ew e ku teşwîq bikin ku kurdî li kolanan zêdetir bê axaftin.

Fikra min ew e ku bi organîzekirina çalakiyên çandî, atolyeyên ziman û kombûnên civakê ku tê de zimanê kurdî bi awayekî aktîf tê axaftin û pîrozkirin, di nav civakê de hesta serbilindî û xwedîderketinê çêbike. Lowma xebatên pcs ên weke komên xwendinê û banga kurdî pir giring in. Lê dive zêdetir kes beşdar bin.



01.06.2013 01:27 | simurg56