1. xudanê gurzê simbêlan.. ji xwe yek ez û yek jî xalê fehîm.. neyse kurdek têra xwe akîv e hetta dikarim bêjim ku hÎperaktîv e cihê xwe de nasekine, etlehî bi ruha nakeve.. di hayat tvyê de bernameyek bi navê çandiyarê amade dike û pêşkêş dike.. bernameyeke çandî û siyasî ye û zimanê bernameyê bi kurdî ye.. wekê din têkiliya wî bi malpera nûçeyan ya bi navê ilkehaber.comê re heye lê di çi astî de ye nizanim.. ez ne xelet bim di rojnameya evrenselê de jî xudanê quncikekî ye.. li ser sosyal medyayê jî têra xwe aktîv e.. heta carekî li ser hesabê xwe yê facebookê li ser daxwaz û rîcaya min danasîna tirşikê kiribû.. |
|
11.10.2013 01:31 |
endazer
|
2. simbêl li cihê xwe bû û fehîm işik hat go ew simbêl ya min e û simbêl jî got fehîm işik ya min e. niha bi hevre digerin. * |
|
11.10.2013 13:20 |
ehmed
|
3. van rojan gelek caran dertê imc tv yê jî... di medyaya sosyal de gelek aktif e. |
|
11.10.2013 14:09 |
arami
|
4. mirov dikare bi simbêlê wÎ SOND BIXWE KU KEKÊ FEHÎM TÊRA XWE Û SIMBÊLÊ XWE HEYE... |
|
11.10.2013 14:25 |
jirjanamedi
|
5. bi xwedê mirov qaîl e di nav simbêlên kekê fehîm da rakeve... |
|
11.10.2013 15:34 |
jirêmama
|
6. yekî gelekî hêja ye, fikrên wî jî gelekî hêja ne. |
|
11.10.2013 16:04 |
ahmet_amed
|
7. ÇEND SAL BERÊ dema ku min bi wî re di derheqê Ehmedê xanî de hevpeyvînek çêkir min ew nas kir. Paşê 3-4 carên din jî min Bİ WRÎ RE Hevpeyvîn çêkir. |
|
18.10.2013 01:27 |
nuçevan
|
8. di demeke nêz de bernameya wî ya "çandiyar" weke mêvan ibrahim halil baran anî bû. bi rastî ez bi herdûyan jî pir xweşim. xeynî wî jî kek fehim min ne şikênandibû li ser malpera me nivîsandibû. cara yekem jî em li fûara pirtûkan a stembol'ê ya par hevûdû nas kire. |
|
18.10.2013 02:24 |
seranser
|
9. ji aliyê simbêlê malxalana nietzsche tê. |
|
01.02.2014 23:36 |
ferhatizm
|
10. birêz fehîm jî piştgirî dayiye kampanya lê gotiye di mijara ku ji bo mij vebûye de mesele dîsa zimbêlê min e:-) |
|
01.02.2014 23:42 |
ferhenga şikestî
|
11. simbêlê wî hema qasê yê Nietzsche bA bes Bû. yê zêdetir BİLa jê bike:* |
|
01.02.2014 23:42 |
por gijik
|
12. zilamê simbelan.. pêşin simbêl hebû fehim abê piştre hat. û ez heyranê behna wî ya fireh im.... |
|
03.02.2014 00:19 |
dil-tesne
|
13. neviyê şêx evdirehmanê axtepî ye. |
|
03.02.2014 09:52 |
gulan
|
14. camêrê ku li twitterê wisa behsa tirşikê kiriye: |
|
04.02.2014 19:17 |
simurg56
|
15. (bnr: ajansa nuçeyan a fehim ışık anfi) |
|
23.02.2014 19:59 |
mergehez
|
16. li ser ekranê hayat tv her çarşem bername xwe "çandîyar"ê tê weşand. |
|
23.02.2014 21:04 |
kurdoyevskî
|
17. ji ber ku simbêla min ne tu simbêl e gava wî dibînim tavilê berê xwe didim aliyek din. |
|
05.10.2023 14:28 |
kurê xelkê
|
18. Di bin mijara merik li ser tirşikê de 16 caran peyva simbêl derbas dibe. Ha ew bû 17. Ewqas simbêlxweş e. |
|
15.12.2023 03:53 |
cinorek
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |