1. pirsa ku divê bi hemû hûrguliyên xwe ve mirov li ser biponije û çareyek jê re bibîne da ku ev zilma sed salî bi dawî were. gelek sedemên vê rewşê hene lê bi min ya herî mezin ewe ku kurd tucarî nebûne tifaq û nizanin dema ku bibin tifaq dê çiqas mihfa wê li wan were. dema mirov li dîrokê dinehêre kurd tucarî weke netew nebûne yek û tifaqa xwe ava nekirine. yekîtî û tifaq heya bi gund, eşîr û tifaqa du-sê eşîran çûye. zêdetir mînakên wê nayên dîtin. çi carî xwesteka rêvebirina dewletekê di dilê wan de çê nebûye û bi meseleyên biçûk xwe mijûl kirine. her kesê ku di herêma xwe de xurt buye, li kesên bin xwe hukm kiriye û bi ser xwe de tu kurdekî nedîtiye. lê dema rastî netewên din yên ku bi saya tifaqa netewî artêşên mezin avakirine dihatin, hukumraniya wan dipejirandin. ji ber ku eşîr eşîr rêxistin dibûn û bi eşîrên din re yekitiyek an konfederasyonek ava nedikirn, hêzên wan biçûk diman. ji loma dema ji derveyî welat kîjan netew bihata jî, ji kurdan xurttir bûn.... bi vî awayî sedan sala bihurandin. herçî netewa hate ser axa kurdistanê hukumraniyê li kurda kir. di serê sedsala 20an de hukumranê biyanî yê ser kurda, malbata osmaniyan gelekî lawaz bibû û êdî nikaribû li piya bimîne. herçî netewa di bin destê vê împeratoriyê de bûn doza dewlet û mafê xwe kir. lê dîsa di nav ewqas netewên bindest de, tenê kurd xwe bi qûna vê împeretoriyê ve zeliqand. hemû netewên bindest çi bi saya dewletê ewropî û çi bi keda netewa xwe ji bindestiyê rizgar bûn û dewleta xwe ava kirin. lê kurdê min û te dîsa axatî, biratî, eşîrtî û gunditiya wan bi wan girt û yek ji nava wan derneket ku serokatiyek ji wan re bike û tifaqek ava bike. çend kesên ji bo keyitiyek ji xwe re ava bikin denk kirin jî biser neket. axir ji bo netewek din ketin nava şer û bo xwe bindest bikin, di çeperan de şer kirin û heya xwe dan kuştin jî. bi saya serê wan, serdestên wan biser ketin û ji xwe re dewletek ava kirin lê kurdan kirin çar- pênc perça û tune hesibandin. |
|
17.10.2021 02:46 |
tîrêj zana 21
|
2. meseleyê ku ji manifestoya pkkyê 1979 jî derbas dibû. sedema herî mezin cîha kurdîstan e. |
|
17.10.2021 03:16 |
heval.js
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |