Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 17 peyam
gotinên herî xweş li ser demsala payîzê - tirşik
gotinên herî xweş li ser demsala payîzê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "Payîz huner e, ewên din demsal."



14.10.2021 11:21 | cinorek


3. Payîz e, ev dema çû, ber zivistan derd giran bû..



14.10.2021 21:44 | kajav

4. helbet tevahiya helbesta mihemed omer osman ya generalê payîzê ye: Here lînkê

Ez im generalê payizê..
Ez ê tu carî xêrnedî
Ez general im..
Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî

Ez im generalê payîzê..
Şifqeya li serê min ewr e
Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî
Sakoyê li min nermeba ye
Û şûreê min çiqlê dareke riziyayî

*
Ez generalê payîzê..
Dara rût ev nasnav xeletî min kir..
Min jî nasnavê şehîd da pelê weşiyayî..
Û min ew kir take dildarê xwe
Di yek kêliyê de ez bi xwe zarokê pelweşînê me
Û ez her bi xwe jî bavê payîzê me

Ez im generalê payîzê..
Xwîneke zer bi nav demarên min de digere
Û çavê min her mîna ewrê hêwî
Tenê ez bûm ku di tabûta camî de..
Min çendîn pel bi xakê spartin

*

Ez im generalê payîzê..
Ez bûm ligel bahoza jibîrçûnê..
Ez ketim cengê
Û min gelek pel deranîn ji pencê
Ez bûm min şeva pelên xwe..
Xiste bin perrê heyveron û tava soringê

Ez im generalê payîzê..
Payîz bêyî min sêwî ye
Û ez bûm min got belê meytê siya kesk e..
Pelê weşiyayî koçkirî
Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de..
Ji bo giyanê zindî yê pelan..
Nimêja şehîdan dikim..
Navê wê nadeynim nimêja miriyan

Silêmanî / Şeva 28/2/1990

*r.152-155
*Li Xurbetê, (Ji Soranî bo Kurmancî: Osman MEHMED), Avesta, 2013



15.10.2021 04:14 ~04:15 | ezcan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bêrîtan [1]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
tirşik forûm [1]
tirşik forûm/145122 nişanyan werê dibêje: https://www.nisanyanadlar.com/isim/Berit...
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên herêmî
» herî
» xweştirîn hevoka pirtûkan
» serders
» demsala gergedana

Kategoriyên mijarê:: hunerwenesazi hunerdans zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv hunerwenesazi hunerdans zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv hunerwenesazi hunerdans zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî