1. qertafa ku di ti devokê de, ne devokên bakurî ne rojavayî ne badînan ne êzîdiyên başûrî ne ûrmiye ne xorasan ne hwd, li ti ciyî rast nayê gotin :D tenê haya min ji kurmancên anatolyayê tune ye hêvî dikim ew rast dibêjin. di devoka me û hin devokên din de tenê dema peyvek bi "ev, ew, van, wan"ê re bitewe ev qertafe diyar dibe (wek "ev malana"), wekî din di hemû devokên jor de wek -a tê gotin. di peyivîna devkî de ne kêşeyeka mezin e, bi saya kirpandinê bi tiştekî din re têkel nabe. yanî ji vî awirî ve ne wek negotina n-ya -ên'ê ye. lê di nivîsînê de nabe neyê nivîsîn. vê dawiyê di nav badîniyan de geşedan heye û hewl didin vê qertafê rast bibêjin. herwa di klasîkên kurmancî de jî ev qertafe rast hatiye nivîsîn. |
|
26.08.2021 18:30 ~18:47 |
keyomerd
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |
|
ne merivekî ku tu pê ra dakevî binî bîrê [1] |
|
pv=nrt [2] |